Kongra Star: Xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin

  • 12:01 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got: “Em bang li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikin ku di salvegera Kobanê de bi destekî, bi ruhekî, careke din xwedî li bajarê berxwedêr û destkeftiyên jinan derbikevin."
 
Koordînasyona Kongra Star bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji destên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di salvegera Kobanê de em tevahî şehîdên berxwedana Kobanê, bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li mirasa wan derbikevin. 
 
Di sala 2014’an de  dijminê mirovahiyê DAIŞ, bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşeke hovane li ser bajarê berxwedanê da destpêkirin. Erdoganê ku bi hemû derfetên teknîkî, çete û ragihandina xwe ketibû dewrê, ji bo Kobanê bikeve, kêlî bi kêlî li benda ketina bajarê serhildêr bû lê bi ruhê yekîtiya Kurd, bi ruhê piştgiriya cîhanê, bi hêza şervanên YPJ, YPG bi ruhê seferberiya ku ji hemû deverên cîhanê mirovan pêl bi pêl berê xwe dana Kobanê, serkeftineke dîrokî li Kobanê çêbû.
 
Lê dewleta faşîst a Tirk û serkêşê çeteyan Erdogan û DAIŞ’ê vê serkeftinê tu carî hezim nekirin. Ji 2014’an heta niha li ser Kobanê êrîşên xwe berdewam kirin. îro jî bi planeke navneteweyî dîsa bi heman çeteyên DAIŞ, HTŞ’ê, dewleta faşîst a Tirk êrîşên xwe li ser Kobanê zêde dike. Kobanê weke girêkek di qirika Erdogan de maye. Di berxwedana Kobanê de bi hezaran kesên ji çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hatin tevlî berxwedanê bûn û ji bo ku Kobanê rizgar bibe bi fedayî şer kirin, DAIŞ’ê têk birin. İro jî heman ruh, heman mejî, heman helwest ji bajarê berxwedanê, li hemberî çeteyên Colanî û Erdoxan tê raberkirin. Dijminê tirsonek û nemerd Kobanê di bin êrîşan de hiştiye. Av, kehrebe, internet li ser gel qut kiriye. Zarok ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest didin. Rewşa mirovî ber bi kerasetê ve diçe. Bi hejmareke zêde ya çeteyên Colanî û teknîkeke mezin dîsa êrîşî Kobanê dikin.
 
Lê tişta ku ji bîr dikin ev e: Ruhê berxwedana Kobanê hê zindî ye û tu caran rê nade van êrîşan. Wê Kobanê bi ruhê berxwedanê dîsa erîşên dijmin têk bibe. Kobanê Kurdistan kir yek, Kurdistanî bû xwedî ruhek. 
 
Em ê jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê bi ruhê berxwedana Kobanê, bi hemû hêza xwe ji bo serkeftin, rûmet û hebûna xwe li berxwe bidin. Em bang li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikin ku di salvegera Kobanê de bi destekî, bi ruhekî, careke din xwedî li bajarê berxwedêr û destkeftiyên jinan derbikevin. Em ê bi berxwedana xwe Kobanê ji çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Colanî re bikin cehennem û wana poşman bikin.”