'Li aliyekî şer li aliyekî jî aştî nabe'
- 14:55 27 Çile 2026
- Rojane
MÊRSÎN - Kamuran Tanhan li Mersînê di civîneke çapemeniyê de li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û komên girêdayî wê ve, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û kuştina Baran Abdî yê ji Kobaniyê ya li Tarsusê axivî û got, "Gelê Kurd dê careke din destkeftiyên xwe biparêze. Li aliyekî aştî û li aliyê din şer nabe. Li şûna ku destê pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin were xurtkirin, xuya ye ku li qada Sûriyeyê şer tê xwestin."
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê li Parka Ozgur Çocuk li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Em jiyanê li dijî mirinê, aştiyê li dijî şer diparêzin. Nijadperestî, nefret û kuştinê nayê qebûlkirin" hate daliqandin, her wiha dirûşmeyên "Kobanê neket û nakeve", "Hezar silav ji jinên ku li Rojava li ber xwe didin re", "Gel dê ji kujeran hesab bipirse", "Qatil DAIŞ, ji Rojava derkeve", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Li ser navê platformê Îsmaîl Oguz daxuyaniya çapemeniyê xwend.
'Êrîş li dijî hêviya aştiya civakî ne'
Îsmaîl Oguz li ser navê platformê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Îsmaîl Oguz got, "Dengê guleyan ku îro ji Tarsus, Mersinê bilind dibûn ne tenê jiyana Baran Abdi yê ji Kobanî bi dawî kir, komkujî li dijî îradeya jiyana bi hev re, mafê bersivdayîna demokratîk û hêviya aştiya civakî hatiye kirin."
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Merdînê Kamuran Tanhan got êriş rê li pêvajoya aştiyê digire.







