Kongra Star: Em ê Rojava biparêzin

  • 14:19 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Kongra Star diyar kir ku komployek li dijî îradeya gelê Kurd heye û dane zanîn ku ew amade ne bersiva komployê bidin. Kongra Star destnîşan kir ku rihê berxwedana Kobanê li tevahiya Rojava zind dibe û dê bi serketinê tacîdar bibe.
 
Dêrikê yê kantona Cizîrê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê daxuyanî da.  Daxuyaniya li Dêrikê li pêşiya avahiya Kongra Star û ji aliyê endama kongreyê Emel Mehmûd û ya li Kobanê jî li qada Jina Azad ji aliyê Cûrî temê ve hat xwendin.
 
Çeteyên hikumeta demkî û giridayî dewleta tirk a dagirker ên Bakur Rojhilati Sûrî kirin, aramî û ewlehiya herêmê têk birin û gelê herêmê koçber kirin û bajarê Kobanê dorpêç kirin .
 
Îro zêdetiri hefteyekê xelkên li Kobanê bê av, bè kehrebe , bê derman, bê mazot û bê enternêt hiştin û sê aliyan de bajar dorpêç kirine ü êriş dikin , komkojiyan li ser vi geli dikin bi taybet li gundê Qasimî û Xerab işkê û piraniya kesên li wir şehîd ketin jin û zarokon , çawa ku dest bi êrişan kirin yekser şerê hebûna jin kirin û destdiréji li ser jinan kirin , cenazeyên jinan ji qatan avêtin , keziyên jinan qut kirin û bi awayeki hovane û bê exlaqi şervan û sivilan qetilkirin û bi cenazeyê wan lîstin. Ji ber bi destê jinan bi taybet Arîn Mîrkan û Rêvan Kobanê û rêhevalê wan paytexta xîlafeta Daişê hilweşiya.
 
Tevlî ku agirbest hat ragihandin lê dîsa êrîş berdewamin bi taybetî ji di 26 ê çileyê de roja rizgarkirina Kobanê ji terora Daişê dixwazin careke din tola Daişê hilînin, lê çawa dirok êrîşan dubare dikê wê helbet serkeftin jî dubare bibê , ji ber ku gelê me xwedi îradeya û xwedi mafe .
 
Em wek jinên hereketa jin kongra satr û jinên bajarê Kobanê van êrîşên hovane û bê exlagî yên li hemberî hebûna gelê kurd û komkojiyên li hemberî jin û zarokan tên kirin , em şermezar dikin û emê heya dawi li ber xwe bidin heta ku gelê xwe bighînin aramiyê û banga me ji bo tevahî cîhanê ji bo tevahi gel ü saziyên mirovahî ji bo tevahî tevgerê jinên azad ku îro bi banga gelê Kobanê werin û li ser piya bin û li Kobanê xwedî derkevin .
 
Kobaniya ku tevahî cîhan û mirovahî ji terora Daişê rizgar kirin îro tevahî cihan deyndarê vê yekê ne , ji ber vê jî dibe bi alikariya wan demildest van çetan ji axa Kobanê û Rojavayê Kurdistanê berdin. Em wek hereketa jin soza parastina bajarê Kobanê didin, soza tolhildana jin û zarokên ku şehîd ketin li gundê Qasimi ü gundê Xerab işkê didin.