Pankartên 'Jin Jiyan Azadî' li ser avahiyên şaredariyan hatin daliqandin

  • 14:48 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pankartên bi slogana "Jin Jiyan Azadî" li ser avahiyên şaredariyên li Serhat, Amed û bajarên derdorê hatin daliqandin.
 
Wekî bersiva li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, pankartên mezin bi slogana "Jin Jiyan Azadî" li ser avahiyên xizmetê yên şaredariyên di bin banê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatin daliqandin. Bikaranîna motîfên porê honandî yên li ser pankartan balkêş bû.