Li Kantona Firatê ji bo Kobanê bang

  • 19:15 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Nivîsgeha Rêxistinan û Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran ên Kobanê bang li dezgehên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku erkê xwe li hember koçberan pêk bînin, tavilê bersivê bidin rewşa mirovî ya heyî, serdana herêmê bikin.
 
Nivîsgeha Rêxistinan û Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê têkildarî rewşa mirovî ya li Kobanê de bang li rêxistinên cîhanê kir ku li hember koçberan bi erkên xwe rabin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Li gel pêşdeçûnên meydanî yên dawî û berfirehbûna êriş û pevçûnan ber bi gundewarên Kobanê ve, pêlek mezin ya koçberiyê ji dehan gundên derdorê ber bi bajêr ve çêbû, bi hezaran malbat neçar man ku di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de ji bo lêgerîna ewlehiyê ber bi navenda bajêr ve birevin.
 
Di encama vê koçberiya berfireh de, koçber li mal, saziyên giştî, dibistan, baxçeyên zarokan û avahiyên ji bo jiyankirinê neguncaw hatin belavkirin. Ev yek jî asta êşa mirovan girantir dike, nemaze ji ber ku komên êrişkar av, elektrîk, peywendî û xizmetên înternetê li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê qut kirine.
 
Li ser bingeha berpirsiyariya me ya mirovî û exlaqî, Nivîsgeha Rêxistinan û Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran ên Kobanê bang li dezgehên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku erkê xwe li hember koçberan pêk bînin û tavilê bersivê bidin rewşa mirovî ya heyî.
 
Di vê çarçoveyê de, çend rêxistinên mirovî bersiv da, bi taybetî UNICEF, YNHSAR, DWFPY, UNPFE, Rêxistina Zarokên Şer (War Child), Rêxistina Bihar, Rêxistina Solidarity, Heyva Sor a Erebî ya Sûriyê, û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor. Karwanek alîkariya mirovî ji Helebê ber bi Kobanê ve hate şandin. Rêxistin û aliyên eleqedar bi hevkariya tîmên li bajêr alîkariyên di karwanê de hatine li malbatên koçberan belav kirin û hîna dewam dike.
 
Em bi zelalî diyar dikin ku qebareya vê alîkariyê ji bo pêdiviyên rastîn têrê nake, ji ber zêdebûna berdewam a hejmara kesên koçber û nebaşiya şert û mercên jiyana wan. Em dixwazin bala raya giştî bikişînin ser vê rastiyê ku hin saziyên herêmî û rêxistinên herêmî hewl didin ku vê alîkariyê bigirin ser xwe û bi derewîn îdîa bikin ku wan şandin e. Em diyar dikin ku saziyên ku ev alîkarî şandine baş têne zanîn û li ser erdê hene, ew rasterast bi rêya karmendên xwe yên destûrdar çavdêriya belavkirina wê dikin.
 
Di encamê de, em bi lezgînî bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên mafên mirovan dikin ku:
 
Ji bo rawestandina êrişên li ser bajarê Kobanê û gundewarên derdora wê, tavilê tedbîran bigirin.
 
Alîkariya mirovî ya lezgîntir bişînin.
 
Serdana herêmê bikin û rewşa mirovî ya karesat bi çavên xwe bibînin.
 
Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember van bûyeran tenê êşa sivîlên bêguneh zêde dike û berpirsiyariyek exlaqî û qanûnî dixe ser milê hemû aliyên peywendîdar."