Li Derbendexanê meş
- 23:16 28 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xist û ji dagirkeran re gotin “Kurdistan nakeve lê dê dîrokeke serkeftinê tomar bike.”
Li navçeya Derbendîxan ya parêzgeha Silêmaniyê meşek ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û li dijî êrişên çeteyên Colanî û Tirkiyeyê ên li ser Rojava hate lidarxistin.
Jin, kal û pîr, mamoste û karmend, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvan beşdarî meşê bûn û bi berdewamî dirûşmeyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qêriyan.







