Ligel qirkirina jinan bêcezahiştin tercîheke bi zanebûn e
- 09:06 29 Çile 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Parêzer Fazîlet Taştan da zanîn ku tundiya ku pergala serdest a mêr mezin afirandiye, qetilkirina jinan zêde dike û got hiqûq bi zanebûn bê bandor tê hiştin.
Tundiya serdestiya mêr roj bi roj giran dibe û qetilkirina jinan zêde dibe. Gumanbar pir caran yên herî nêzin û ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê digirin. Jin ji bo jiyana xwe têdikoşin. Ji ber dewlet jinan naparêze tundî jî giran dibe.
Parêzer Fazîlet Taşdan der barê hewldana rewakirina qetilkirinên jinan de axivî. Fazîlet Taşdan da zanîn ku pergaleke ku li dijî xespkirina mafê jinan bêdeng dimîne heye û wiha got: “Mixabin em her roj nûçeyên qetilkirina jinan dibînin. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Tundiyê dibînin. Bi salane em van hovîtiyên li serjinan dibînin. Divê êdî ev bidawî be. Em rêxistinên civaka sivîl bi jinan re di piştevaniyê de ne.Lê mixabin qirkirina jinan, qetilkirina jinan didome. Ev tablo nîşan dide ku jin wek kes nayên dîtin. Pergaleke ku li dijî binpêkirina mafê jinan bêdenge heye.”
‘Tûndî tê rewakirin’
Fazîlet Taştan daxuyakirin ku tundiya li ser jinan ji ber qelsbûna mekanîzmayên parastina jinan pêk tên û wiha bi lêv kir: “Qanûna 6284 her tim ji nîqaşê re tê vekirin. Jin bi tundiyê re tên rû hev.Jin tên qetilkirin. Bi feshkirina Peymana Stenbolê re mafê welatîbûna wekhev ji holê hat rakirin. Mixabin zêdebûna qetilkirina jinan ji berk u paratin nayê kirin pêk tên. Tundî tê rewakirin. Ev jî nîşan dide ku serdestiya mêr tê parastinê. Cînayet ne tesadufin.Qetilkirina jinan bi awayekî sîstematîk didome.”
‘Jinên deng derdixin tên qetilkirin’
Fazîlet Taştan di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mêr dizanin ku tundiyê bikin jî tu tiştek nabe û ji ber vê hovîtiya xwe didomînin. Fazîlet Taştan ev tişt anî ziman: “Ji ber cesaretê digirin. jinên dengê xwe derdixin tên qetilkirin. Jinên dixwazin dest ji mêran berdin, jinên gilî dikin mixabin tên qetilkirin.”
‘Hiqûq bi zanebûn bê bandor tê hiştin’
Fazîlet Taştan nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Gumanbar bi hincetan cezayên xwe didin xistin. Dixwazin jin aydê mêr bin, serî bitewînin, biryarên xwe negirin. Dixwazin rewşê rewa bikin.Divê di vir de hiqûq bikeve dewrê. Lê mixabin hiqûq bi zanebûn bê bandor tê hiştin. Divê qanûna 6284 pêk bê lê mixabin pêk nayê. Em bi darazeke ku gumanbar diparêzin re rû bi rû ne. Gumanbar xwe di her tiştî de rewa dibînin. Ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê digirin.”
‘Divê veguherîna zîhniyeta civakî pêk bê’
Fazîlet Taştan di dawiya axaftina xwe de ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî wiha got: “Divê jin bi rihê piştevaniyê têbikoşin. Di vî alî de jinan got ‘em hene’. Divê dewlet jinan biparêze û lêpirsînên bi bandr pêk bîne. Divê bêcezahiştin bidawî be û lêpirsînên bi bandor bikevin dewrê. Divê jin esas bên girtin. Bêguman zimanê çapemeniyê jî gelek girînge. Divê çapemenî zimanê xwe biguhere û divê veguherîneke zîhniyeta civakî pêk bê.”







