Ji Şemrexê bang kirin: Em gelê Rojava bi tenê nahêlin
- 14:33 29 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexê ji bo Rojava meşa ku hat lidarxistin de parlamenter Saliha Aydenîz got Gelê Kurd îro hemû bûne yek û yekîtya xwe avakiriye û got, “Birêz Ocalan çawa ku li Tirkiyeyê mîmarê pêvajoyê ye, li Rojava jî damezrînerê pergala wê derê ye.”
Bi pêşengiya DEKUP’ê li navçeya Şemrexê ya navçeya Mêrdînê ji bo êrîşên li ser Rojava daxuyanî hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, sazî û dezgeh û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Girseya ku li ber Kale Petrolê hatin gel hev xwestîn heta avahiya DEM Partiyê ya Şemrexê bimeşin. Bi hinceta qedexeya Walîtiya Mêrdînê destûr nehat dayîn. Gel bi dirûşmeyan bertek nîşanê ablûqayê da û li hember vê yekê Saliha Aydenîz bertek nişan da û got ku Walîtiyê Mêrdînê dixwaze provakasyonê ava bike. Saliha Aydenîz bi van gotinan bertekên xwe nîşan da: “Em li kêleka gelê ku bi komkûjiyê re rû bi rû ne. Em li kêleka kesên ji bo mirovahiyê li berxwe didin in. Hûn li kêleka DAÎŞ’ê ne. Ez ji vir bang dikim; Emniyeta Mêrdînê û Waliyê Mêrdînê li dij pêvajoyê ne. Lê belê ligel hemû astengiyan jî girse li Qada Cûmhûriyetê hatin gel hev û ber bi avahiya navçeyê ve meşiyan. Di meşê de dovîzên “Li Kobanê zarok dicemidin”, “Roj Berxwedan e, Berxwedan Jiyan e”, “Silav ji kesên li berxwe didin” û “Rojava dilê Kurdistanê ye” û her wiha dovîzên keziyên jinan hatin bilindkirin.
Girse heta avahiya navçeyê meşiya. Li vê derê parlamenter Saliha Aydenîz axivî.
Saliha Aydenîz bertek nîşanê êrîşên li ser Rojava da û got, “Li ber serê me komkujî li ber çavên me tên kirin, em dixwazin mafê xwe yê herî bingehîn bikar bînin. Em van bertekên xwe li dijî pêkanînên li wir nîşan didin, ji ber vê yekê hûn çi dikin? Hûn piştgiriyê didin wan çeteyan? Dixwazin tirsê li ser gel belav bikin. Lê bi tirsê hûn nikarin gel bidin sekinandin. Wekî ku hûn dizanin Rojava bi Rojane di bin dorpêçê de ye. Li wir 6 zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku îro van pêkanînan dikin li kêleka wê komkûjiyê disekinin. Eger hûn dibêjin ku ‘Li Enqerê bi Kurdên re di nav aştiyê de me, lê li Rojava êrîşî Kurdan dikim’ em vê yekê qebûl nakin. Em gelê Rojava bi tenê nahêlin. Gelê Kur dli Rojava hemû gelan li dijî DAÎŞ’ê parast. Em ê bertekên xwe yên herî rewa mezintir bikin. Dev ji van pêkanînan berdin. Ev qedexe nikarin gelê kurd bidin sekinandin.”
‘Hemû kurd bûne yek’
Saliha Aydenîz desntîşan kir ku jinan li Rojava destanek nivîsîne û wiha domand: “Jinan li Rojava şoreşek pêk anî. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji hemû jinan re bûye mînak. Çawa ku ev felsefe li hemû cihanê belav bû, dê ji vê şûn de jî belav be. Ji bo komkûjiya li Rojava bê sekinandin divê hemû kes komkûjiya wê derê bibîne. Gelê Kurd bi rojane li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava kiriye û li ser piyan e. Hemû kes dirûşmeya ‘Yek yek yek e, Kurdistan yek e’ berz dikin. Gelê Kurd çawa ku bi salan e nesekiniye, dê îro jî nesekine. Ji ber ku Rojava li kêleka berxwedana demokratîk e. Li Rojava dengê berxwedana jinê ku mezin bûye em ê bi tenê nehêlin.”
‘Mîlyonan kes bûne yek dil’
Saliha Aydenîz bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan provakasyon tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan çawa ku li Tirkiyeyê mîmarê pêvajoyê ye, li Rojava jî damezrînerê pergala wê derê ye. Ger ku tecrît bi awayekî qismî be jî hatibe şikandin di encama têkoşîna hatiye dayîn de ye. Bi mîlyonan kes îro bûne yek dil û li kêleka vê felsefeyê ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.







