Li du bajaran du mirinên bi guman
- 14:28 28 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrgê jina bi navê B.A. û li Aydinê jî jina bi navê S.V. bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Aydin û Colemêrgê 2 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Colemêrg
Jina bi navê B.A. a 32 salî ku li Avahiyên TOKÎ’ya Gupsî ya li Taxa Nû ya Colemêrgê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku B.A. a 32 salî, bi çeka polîsê pê re zewicî bû xwe kuştiye. Cenazeyê B.A.’yê ji bo otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Aydin
Jina bi navê Hayal Alkiş ku li navçeya Nazîlî ya Aydinê di girtîgehê de dixebitî, li mala xwe mirî hate dîtin. Xizmên Hayal Alkişê piştî agahî jê negirtin, agahî dan polîsan û komên tenduristiyê. Komên hatin malê, cenazeyê Hayal Alkişê li malê dîtin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tesbîtkirin ku li ser bedena Hayal Alkişê şopên derbkirinê hene. Piştre jî cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Aydinê.
Piştî lêpirsîna polîsan, kesê bi navê S.V. ku tevî Hayal Alkişê li heman girtîgehê dixebite, hate binçavkirin.







