Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê êriş bên sekinadin
- 13:06 16 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û bang kir: “Divê Îran êrişên li ser Kurdistanê û hêzên Kurd rawestîne. Çareserkirina pirsên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest.”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Ya Giştî têkildarî êriş û bombebaranên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir. Platformê banga rawestandina êrişan li Îranê kir û got: “Çareserkirina pirsên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest. Em hêvîdarin ku jinên Kurd û gelê Kurd bi yekgirtinê li dijî êrişên zalimane bisekinin û pîşgiriya xwe mezin bikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Roja sêşemê, 25’ê xakelêwê, rejîma Îranê li derveyî herêma herêşan, bi dron êriş kir ser komîteyên azadiyê yên Hizba Demokrat û şoreşgerên Komeleya Zehmetkêşan. Di encamê de, hin pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê birîndar bûn.
Xazal Mewlayî yek ji wan birîndaran bû ku, ji ber birînên giran, piştre şehîd bû. Em vê bûyerê bi dilê xwe yê şikestî bi bîr tînin. Her çend em sersaxiyê li hevparan û malbatên şehîdan re parve dikin, di heman demê de, em ji bo hemû birîndaran daxwaza başbûn û selametiyê dikin.
Rejîma Îranê li hemberî hêzên Kurd sûcên şer pêk tîne. Rûxmê wê jî hêzên Kurd li hemberê Îranê çalakiyekî çekdarî û pevçûnek pêk neanîne. Em wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bang dikin ku Îran êrişên li ser Kurdistanê û hêzên Kurd rawestîne. Çareserkirina pirsên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest.
Di dawiyê de, em hêvîdar in ku jinên Kurd û gelê Kurd bi yekgirtinê li dijî êrişên zalimane bisekinin û pîşgiriya xwe mezin bikin.”







