Melayekî êrişa zayendî li zarokekê kir

  • 12:34 17 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Hat îdiakirin ku melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem, li Pasûrê bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî li zaroka bi navê M.Y.’yê kiriye. Melayî, ji bo bûyer neyê bihîstin jî zext li M.Y.’yê kir, cemaeta gund kom kir û bi gotina “min îmtihanek derbas kir” parast. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi rojaye şêniyên gundê Totanayê yê navçeya Pasûrê ya Amedê li ser îdiaya êrişa zayendî ya li dijî zarokekê diaxive. Li gorî îdiayê; melayê gund ê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku ji xwe re dibêje “Şêx”, dema M.Y. (18) hej zarok bû, bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî lê kiriye. Dema M.Y.’yê amadekariyên zewacê bi polîsê ji heman gundî û niha li Stenbolê dixebite re dikir derket holê. 
 
Bi bihîstina bûyerê re pêvajoya mehrbirînê ya fermî hate sekinandin. Qeyda deng a di navbera M.Y. û melayê gund de derket holê. 
 
Di qeyda deng a ku gelek şêniyên gund li ser sepana WhatsAppê ji hev re şandî de M.Y. dibêje ku polîsê dixwest pê re bizewice beriya mehrbirînê lêkolîn kiriye û xwe gihandiye peyamên wê yên berê. M.Y., di qeyda deng de ji melayî re dibêje: “Min ne dixwest, te bi darê zorê kir. Ez biçûk im, tu kes ji min bawer nake.” Her wiha dibêje ku dibe xwe bikuje. 
 
Yeprem jî di qeyda deng de pirsa “Navê min çawa dizane” dike, li rexekî bûyerê înkar dike û li rexa din jî dibêje “min bi şeytanî kir.” Yeprem, ji M.Y.’yê pirsa “Gelo polîsî tu test kirine yan na?” dike û bi domdarî dibêje: “Vê meseleyê nexe stûyê min. Nexwe dê bibî sedema qetilkirina min. Şeytanî em xepandin. Dê bibêjî ‘me tiştek nekiriye.’ Xwe biavêje ber lingê wî, me di nav gel de xerab nîşan nede. Em ê rezîl bibin. Bibêje me tenê peyam ji hev re şandine. Ji wî re bibêje heke ser vê meseleyê negire dê ew kes bimire.” 
 
Piştî belavbûna qeyda deng, Yeprem bi hinek gundiyan re hate gel hev û îdiaya “îftira ye” kir. Yeprem ê ku gelek caran gotina “Xwedê” bi kar tîne, dibêje: “Îmtihanek bû û derbas bû. Îmtihaneke min a mezin heye lê min nedizanî ka çi ye. Em ê vê îmtihanê jî derbas bikin.” 
 
Yeprem, weke kesayetekî nêzî AKP’ê tê zanîn. Gelek caran tev li çalakiyên AKP’ê dibe. Zêdetirî 10 sal in li heman gundî melatiyê dike. Gundê Yeprem lê melatiyê dike jî piranî cerdevan in.