Şaredariya Amedê kursên dersa Kurmancî û Zazakî da destpêkirin
- 11:30 21 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya “şaredarvaniya pirzimanî û pirdengî” de, bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên zikmakî di qada giştî de û pêkanîna wekheviyê di warê avakirinê de, ji bo karmendên xwe kursên zimanên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dan destpêkirin.
Bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, bernameyeke perwerdeya ziman hat amadekirin. Ev xebat, bi mebesta geşkirina pirrengiya çandî û zêdekirina xuyabûna zimanên zikmakî li qadên fermî û giştî tê meşandin. Bi rêya vê polîtîkaya avakirina pirzimanî, şaredarî armanc dike ku kêmasî û newekheviyên li ser bingehê ziman werin derbaskirin û têkiliyeke hêsantir û rasteqîntir bi welatiyan re bê danîn.
Armanc xurtkirina têkiliya bi welatiyan re ye
Di bernameya perwerdeyê de, zimanên Kurmancî û Kirmanckî bi awayekî akademîk û pratîkî tên dayîn. Bi saya van kursan, tê pêşbînîkirin ku karmendên şaredariyê di dema pêşkêşkirina xizmetên giştî de, rasterast û bi bandortir bi welatiyan re bikevin nava têkiliyê. Ev gav, di heman demê de gihîştina xizmetên şaredariyê ya ji bo axêverên van zimanan hêsantir dike.
Perwerde dê sê mehan bidome
Kursên ku hatine destpêkirin, dê sê mehan berdewam bike. Kursên perwedehiya ziman dê Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê û Salona Civînan a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bên li darxistin. Di çarçoveya bernameya heftane de, beşdar hem li ser qaîdeyên rêzimanê yên bingehîn tên perwerdekirin hem jî jêhatîbûnên xwe yên xwendin û nivîsandinê bi pêş dixin. Herwiha, di qonaxa perwerdeyê de xebatên pratîk ên li ser bikaranîna ziman a di jiyana rojane û qada kar de jî cihê xwe digirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi vê projeyê re paradîgmaya rêveberiya herêmî ya pirdeng û pirzimanî xurt dike; bi mabesta nasname û zimanên cihêreng li qada giştî bi rengekî wekhev û dîtbar diparêze.







