Daxwaz û pêşniyarên welatiyan tên çareserkirin
- 13:16 28 Ağustos 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxwaz, pêşniyar û gilîyên welatiyan bi navgîniya Navenda Gaziyan a ALO 153, standên “Gotin ya We ye” û tîmên Çareseriya li Cih girtin bin qeydê.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ji bo tespîtkirina pirsgirêkan li cihê wan û avakirina têkiliya rasterast bi welatiyan re, xebatên xwe li navenda bajar û taxên gundan berdewam dike.
Yekeya Çareseriya li Cih 1.659 serlêdan girtin bin karûbar
Yekeya Çareseriya li Cih di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de bi rêya xebatên qadê û serlêdanên rasterast, 1.659 daxwazên ku gihîştinê pêşwazî kirin û girtin bin karûbar. Tîman serdana tax, sîte, park, kolan, cihên kar û gundan kirin û daxwaz, pêşniyar û gilîneyên welatiyan li cihê wan guhdarkirin.
Di çarçoveya xebata “Gotin ya We ye” de li gelek xalan ku parkên Koşuyolu, Ayşe Şan, Korhat, Roboskî, Anit, Hzt. Suleyman, Park 75, Kardeşlik, Hintli Baba, Anzele, Newroz û Halil Îbrahim Oruç jî di nav de ne, stand hatin vegirtin. Daxwazên ku ji bo sindoqan hatin hiştin hatin qeydkirin û ji serokatiyên daîreyan yên têkildar re hatin şandin.
Pirsgirêk li cihê wan hatin tespîtkirin
Tîmên Gerok li gelek tax û deveran ku Peyas, Fabrika, Başil, Yolboyu, Yigitçavuş, Kuça, Talaytepe, Selahattin Eyyubî, Karaçali, Uçkuyular, Kolana Musa Anter, Îskenderpaşa, Fatih û Korhat jî di nav de ne, xebatên qadê bi rê ve birin.
Di xebatan de rê û peyadetên xirabûyî, bermayiyên çop û xirbeyan, xetereyên xeta ava vexwarinê, pêdiviya dermankirinê û pirsgirêkên paqijiya derdorê hatin tespîtkirin. Pirsgirêk ji bo çareseriyê ji serokatiyên daîreyan yên têkildar, DÎSKÎ û şaredariyên navçeyan re hatin veguhastin. Li ser daxwaznameya welatiyan, li rêya komê ya Eski Derikê ya li Taxa Muratçikê xebatên lênêrîn û tamîrkirinê hatin kirin.
Serdana karkerên çandiniyê yên demsalî yên ku li taxên gundan dixebitin jî hate kirin; mercên xebatê, pêdivî û pêşniyarên wan hatin guhdarkirin û ji bo kedkaran av û kumik hatin belavkirin.
Sindoqa Çîrokan gihîşt taxên gundan
Di çarçoveya Projeya Sindoqa Çîrokan de ji bo xwendekarên dibistanên seretayî yên li taxên Bahçecik û Hamuryazan yên navçeya Sûrê û taxên Hantepe, Guzelkoy, Bozek û Dokmetaş yên navçeya Yenişehirê pirtûk hatin belavkirin.
Di 3 mehan de 70 hezar û 641 bang hatin veguhastin ser serlêdanan
Di meha Hezîranê de 62 hezar û 451 bang gihîştin Navenda Gaziyan a ALO 153yê û ji van 28 hezar û 550 bang hatin veguhastin ser serlêdanan. Di meha Tîrmehê de ji 58 hezar û 523 banga ku hatin wergirtin 25 hezar û 966 bang, û di navbera dîrokên 1–26ê Tebaxê de jî ji 44 hezar û 224 banga ku hatin wergirtin 16 hezar û 125 bang wekî serlêdan hatin tomarkirin.
Di vê heyamê de ji ALO 153yê re 151 hezar û 953 bang bi tirkî, 12 hezar û 886 bang bi kurmancî û 359 bang jî bi zazakî hatin kirin.
1.730 serlêdanên CÎMER'ê hatin nirxandin
Midûriyeta Şaxa Têkiliyên bi Gel re bi giştî 1.730 serlêdanên ku bi rêya Navenda Têkiliyên Serokkomariyê (CÎMER) gihîştinê nirxandin. Serlêdanên ku ji pêşniyar, daxwaz, gilî û spasiyan pêk dihatin, ji bo ku karûbarên pêwîst bên kirin ji yekeyên têkildar re hatin şandin.







