Ji Êzîdiyan peyama Çarşema Sor: Bila aştî bê
- 09:02 14 Nîsan 2026
- Çand û Huner
Evîn Çîftçî
RIHA - Jinên Êzidî yên li Rihayê ku Cejna Çarşema Sor ya ku di baweriya Êzidiyan de wek cejna herî pîroz tê dîtin, gotin: “Em dixwazin di vê cejnê de aştî bê.”
Êzidîtî li hewazaya nirxên çandî ya şaristaniya kevn a Mezopotamyayê vejiyaye; tevî hemû zextan hîna îro ev bawerî tê parastin. Kevneşopî û baweriya ji gotina ‘Êzidiyatî’ tê, tê wateya ‘yên di riya îlahî de dimeşin’. Di bawariya Êzidiyan de di demên cuda de cejnên wekê Îda Êzî, Cejna Cema, Îda Xwedan, Îda Xizir-Îlyas, Çarşema sor tên pîrozkirin. Bi taybetî bi girtina rojiyê û pîrozbahiyên komî tên kirin.
Çarşema Sor cejna herî girîng û pîroz a çarşema ewil a meha Nîsnê tê diyarkirin. Dema ev hesabkirin tê kirin salnameya Rumî esas tê girtin. Di roja Çarşema Sor de xwarinên taybet tên çêkirin, şîranî tên çêkirin, hêk bi rengan tê boyaxkirin. Êzidî di vê roja pîroz de diçin serdana ziyaretan, piştre serdanên malan tênkirin. Li gorî baweriya Êzidî, ji ber rêzdariya li hember xwezayê wê rojê ax tê cotkirin, nebat tên çandin û çalakiyên wek dawet tên kirin.
Jinên Êzidî yên li Rihayê dijîn, der barê cejna Çarşema Sor de ji ajansa me re axivîn.
‘Ez bêriya rojên ku me li Şengalê derbas kir dikim’
Celîla Burç da zanîn ku ew di cejna Çarşema Sor de aştiyê dixwazin û wiha got: “Ez ji Şengalê me. Ez li wir hatim dinê û mezin bûm. Em dema şer de ji wir hatin vir. Bavê min hîna li kampê ye. Em hatin vir û kevneşopiyên xwe li vir didomînin. Me rojiya xwe girt û cejna xwe pîroz kir. Ji zarokan heta kal û pîran em diçûn Laleşê. Niha em dûr in nikarin biçin. Me roj Çarşemasor li Laleşê hêk boyax dikirin. Ez bêriya wan rojan dikim. Me roja Çarşemasor qurban dida û sifre ava dikirin. Yên dewlemend pez serjê dikirin, yên xizan mirişk. Em wê rojê derdiketin derve heta êvarê nedihatin malê. Ji ber tavusê melek di vê mehê de diçe em dawetan çênakin. Li Şengalê di vê mehê de zewac çênabin.”
‘Em di vê cejnê de aştiyê dixwazin’
Reşê Suru jî daxuyakirin ku cejna Çarşema Sor ne tenê ji bo Êzidiyan, nirxek hevpar a hemû Kurd û gelên li Kurdistanê dijiye û wiha axivî: “Di vê cejnê de em aştiyê dixwazin. Çarşema Sor nîşaneya hatina biharê ye. Em sifreyên xwe ava dikin, her kesî vexwendî dikin û cejnê pîroz dikin. Ne tenê ji bo Êzidiyan ji bo hemû Kurdan e. Êzidî her sal îro Çarşema Sor pîroz dikin. Kurdên me yên xwedî hjişmend di vê roja taybet de alîkariyê dikin. Ev cejn ne tenê ji bo me ji bo hemû Kurd û Kurdistanê ye. Yên xeyndandî di vê cejnê de lihev tên. Ev cejn ji bo me girîng û watedare. Em hêkan boyax dikin. Em şîranî û şekir didin mîvanên xwe. Em ji hev re dua dikin û diçin serdana hev.”







