Di rojên Pirtûkan a Erxeniyê de parastina zimanê dayikê derket pêş
- 09:03 13 Gulan 2026
- Çand û Huner
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar da zanîn ku armanca fuara pirtûkan ev e ku ciwan û zarokan ji polîtîkayên şerê taybet dûr bixin û got: “Her qada ku ciwan û zarok bi pirtûkan re tên gel hev bi nirx e.”
2’yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê ku bi pêşengiya Şaredariya Erxenî û Egîtîm Senê pêk tê, bi tevlibûnek mezin bidawî bû. Di fuara ku 4 rojan berdewam kir de, gotar, rojên îmzeyan, atolyeyên zarokan, hevdîtinên xwendin-nivîsandinê pêk hatin. Bi taybet weşanên Kurd ji aliyê zarokan ve eleqeyek mezin dît.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê fuarê de axivî.
‘Em li dijî dorpêçkirina polîtîkayên şer qadê vedikin’
Bîrsen Azak Bayar daxuyakirin ku yek ji riyên ku zarok û ciwan ji bin lepê polîtîkayên şer bê derxistinê, bi pirtûkan re anîna gel hev e û wiha domand: “Me çend roj berê fuar vekir. Gel eleqeyek mezin nîşan da. Em pir kêfxweş bûn. Ya rast me ev eleqe dipa. Me sala borî ya yekemîn pêk anîn. Me bawer kir ku em ê berdewama wê bînin. Ji ber vê me ya duyemîn pêk anîn. Heta em hebin em ê berdewama wê jî ya sêyemîn, ya çaresemîn û yên din bînin. Ji ber polîtîkayên şer, jin ciwan tên dorpêçkirin. Em li dijî tundî, tiryak, fuhuşê hewl didin qadê biafirînin. Ji ber vê ev fuar ji bo me girîng û bi nirx e.”
‘Civaka paşeroja xwe naxwîne pêşeroja wan tuneye’
Bîrsen Azak Bayar diyar kir ku Rojên Pirtûkan bi piştevaniya komunal rêxistin kirine û wiha pê de çû: “Bi pêşengiya şaredariya Erxeniyê û Egîtîm Sen a Erxeniyê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl me pêk anî. Ev bernameya bi piştevaniyê hat rêxistinkirin em pir kêfxweş kirin. Em yek bi yek li standan digerin. Em bi weşanxane û welatiyan re diaxivin. Eleqeya tê nîşandan, firotina pirtûkan me kêfxweş dike. Civaka ku peşeroja xwe nexwîne nikare pêşerojê ava bike.”
Bîsen Azak Bayar daxuyakirin ku wan di fuarê de bi berfirehî cih dane weşanxaneyên Kurdî û wiha bi lêv kir: “Em li ser zimanê dayikê disekinin. Em dibinîn ku zarok û ciwan ji ziman dur dikevin. Ji ber vê jî me gelek standên Kurdî vekirin. Ji bo zarokan pirtêkên Kurdî cih girtin. Zarokên bi zimanê dayikê bixwînin hişmendiya wan pêş dikeve. Eleqeya hat nîşandan hêviya me mezin dike.”







