Li Baselê konferansa ciwanên Kurd destpê kir

  • 21:25 28 Adar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd ên Ewropayê li bajarê Baselê ya Swîsreyê dest bi “Konferansa Jinûve Avabûnê” kirin.
 
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ciwanan xebata ji nûve rêxistinkirinê xistin rojeva xwe û bi vê konferansê armanc dikin ku pêvajoyê veguherînin mekanîzmayek biryargirtinê ya şênber. Konferans ji bo ku rola ciwanan bi awayekî xurttir derxe holê û rê nîşanî xebata serdema nû bide, tê lidarxistin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser pêvajoya siyasî nirxandin hat kirin. Di nirxandina pêvajoya siyasî de bal kişand ser girîngiya ciwanên Kurd ên ji çar aliyên Ewropayê hatine gel hev û li ser pêveçûna xebata ciwanan hat rawestandin.
 
Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, sînevîzyona ku li ser xebatên ciwanên Kurd ên ku ji sala 2015’an heya niha li Ewropayê meşandine hatibû amadekirin, hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser ciwanan hatin xwendin.
 
Konferans di saetên êvarê de bi şahiyekê wê bi dawî bibe.