Li Wanê bîranîna Hefteya Lehengiyê
- 19:44 28 Adar 2026
- Rojane
WAN - Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DER’ê ya Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bernameya bîranînê hat lidarxistin. Yûsûf Dundar di bernameyê de axivî got: “Hemû destkeftiyên gelê Kurd bi saya van şehidên leheng in.”
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî Alîkariyê ya Malbatên Ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li Şanowanê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.
Di bernameyê de pankarta ku wêneyên pêşengên PKKê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egît) li ser û nivîsa “Em di hefteya lehengiyê de remzên rûmeta me ya neteweyî Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan û hemû şehidên xwe bi rêzdarî bibîr tînin” hat vekirin. Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û navçeyên navendî û endam û rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bernameyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpêkir. Piştî rêzgirtinê bi dengekî bikind dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
‘Şehîdan ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe dan’
Hevserokê Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Yûsûf Dundar di bernameyê de axivî. Yûsûf Dundar li ser giringiya meha Adarê sekinî û got: “Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de agirê Newrozê pêdixe û Newroz ji wê rojê ve heta niha jo bo gelê Kurd bûye roja berxwadanê. Dîsa Mahsûm Korkmaz di vê mehê de şehîd dikeve. Van şehidên bi rûmet ji bo azadiya gelê Kurd kedeke bêhampa û canê xwe dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibejê; ‘ji bo ku mirov PKKê nas bike divê mirov Hevalê Egîd nas bike.’”
‘Heta tecrîd bişkê em ê têbikoşin’
Yûsûf Dundar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku meha Adarê her çiqas meha lehengiyê be, mixabin di vê mehê de gelek komkujî jî li ser gelê Kurd hatine pêkanîn û gelê Kurd gelek şehîd dane. Em ê her tim li dû xeyalên şehidên xwe bin û li ser rêça wan bin. Hemû destkeftiyên gelê Kurd bi saya van şehidên leheng in. Em ê ji bo ku layiqê van şehidên xwe bibin û ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin hata dawiyê em ê têbikoşin.”
Di bernameyê de sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna pêşengên PKK’ê û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê Newroz û lehengiyê de vedibêje hat temeşekirin. Bi destpêkirina sînevîzyonê ve dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Bername bi temeşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.







