23'ê Çileya 1933'yan: Helbestvan Gulten Akin ji dayik bû
- 09:02 23 Çile 2026
- Di Dîrokê De Îro
Gulten Akin, yek ji helbestvanên jin ên herî girîng ên Tirkiyeyê, di 23'yê Çileya 1933'yan de li Yozgatê ji dayik bû.
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
1813: Ji femînîstên girîng ên di sedsala 19'emîn de Jacobine Camilla Collett di 23'yê Çileya 1813'an de li Norweçê ji dayik bû. Bi piştigiriya bavê xwe jî li dibistaneke keçikan a li Danimarkayê perwerde dît û çû Parîsê. Du salan li Hamburgê jiya. Ji wêjekarên mîna Therese von Bacherart û George Sand bi bandor bû. Ji 1840'î pê ve skeç û çîrokên kurt nivîsand. 50 salî gelek roman bîranîn û gotar nivîsand. Di 1895'an de jiyana xwe ji dest da.
1849: Elizabeth Blackwell a li ABD'ê di 3'ê Sibata 1821'ê de ji dayik bû wekî jina yekem a di Konseya Tipa Giştî de dîploma girtiye hat naskirin. Elizabetha di 23'yê Çileya 1849'an de dîplomaya tipê girt hem li Îngilistanê hem jî li ABD'ê wekî reformkar a exlaqî roleke mezin lîst.
1930: Teresa Zylis-Gara ya Polonyayî 91 sal berê îro ji dayik bû. Terasa stranên Bach, Handel, Brahms, Faure, Chopin û Szymanowski li ser dikê kir repertuar. Terasa bi dengê xwe yê baş tê naskirin.
1990: Li Antalyayê 4 mêran tecawizî jinekê kirin. Piştî vê bûyera di 1986'an de qewimî doz hat vekirin. Hat diyarkirin ku Muduriyeta Emniyata Antalyayê ragihandiye ku ew ji fuhuşê dike û hat gotin divê cezayên bersûcan bê daxistin. Jinan li dijî vê di 23'yê Çileya
1990'î de jinan bi dirûşma "Bedena me ya me ye ji destdirêjiya zayendî re na" xwestin dadmendê Dadgeha Bilind îstifa bike.
2000: Nivîskara Femînist Konca Kuriş hat qetilkirin.Di sala 1943an de, ew bi malbata xwe re koçî Enqerê kir û di sala 1955an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Enqerê mezûn bû. Li wir, wê li kêleka sê helbestvanên Tevgera Nû ya Duyemîn xwend: Sezai Karakoç, Cemal Süreya, û Ece Ayhan.
2019: Lîstikvana şano, dîzî û sînemayê Ayşen Gruda du sal berê jiyana xwe ji dest da. Ayşena di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da ji ber pençeşêra pankreasê demeke dirêj bû tedawî dibû.







