Jinên li Êlihê piştgirî dan kampanyaya por hunandinê

  • 14:37 23 Çile 2026
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê TJA beşdarî kampanyaya por hunandinê bûn û gotin: "Her têlek porê van jinan dê bibe têlek ku çeteyên barbar ên DAIŞ'ê bixenîqine." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Êlihê, jinan li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partiyê) a bajêr kom bûn, beşdarî kampanyaya por hunandinê bûn. 
 
Endama TJA'yê Havva Can li wir axivî û got: "Her têlek porê van jinan dê bibe têlek ku çeteyên barbar ên DAIŞ'ê bixenîqine. Em ê her tim vê yekê bibêjin. Jinên Rojava rûmeta me ne, rûmeta gelê Kurd in. Bijî berxwedana Rojava, bijî jinên Kurd."
 
Jinan piştre porê hunandin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.