YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

  • 18:57 23 Çile 2026
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - YPJˊê bang li hemû jinan kir ku bi rihê Kobanê tev li seferberiyê bibin, li dora bîrdoziya hebûna jin û gelan parastina rûmetê bikin, wê tola hemû kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên YPJˊê tên kirin, bê hesab nemînin.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kir ku bi rihê Kobanê tev li seferberiyê bibin û wê tola hemû kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên YPJˊê tên kirin, bê hesab nemînin.
 
Fermandariya Giştî ya YPJˊê di daxuyaniyê de got: "Ji 6’ê Çileya 2026’an heya niha komên çete yên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker êrişî Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Piştî komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, li bajarên mîna Reqa, Tebqa, Şedadê, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê jî komkujiyên mezin pêk anîn. Di van êrişan de, di serî de jin, pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi dehan salan e ji bo jiyanekî demokratîk û komînal a li derdora jinê tê avakirin tê dikoşin, hatin hedefgirtin. Kiryarên herî kirêt li hemberî jinên ku di nav refên têkoşînê de cih digirin, hatin pêkanîn. Bi feraseta xwe ya ku hewl didin DAIŞ’ê li herêmê zindî bikin, hewl dan bedena jinê bi taybetî jinên şerker teşhîr bikin û di nav gelan de parçebûnê ava bikin. Keziya şervana Kurd birîn û gotin qey ev kezî wê bibe sedema tirs û fikarekî li hemberî têkoşîna azadiya jinê. Lê belê vê yekê hesab nekirin ku jinên ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê li hemberî van kiryarên kirêt ji hemû deman zêdetir bi hêz in û ji bo parastina rûmet û kerameta mirovahiyê çawa ku li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê şerê azadiyê meşandibin, îro jî li dijî van çeteyan di refên herî pêş de tê dikoşin. Kîn û nefreta me li hemberî hişmendiya ku jinê tune dibîne, bedena jinê teşhîr dike zêdetir dibe. Di hemû çeperên berxwedanê de weke YPJ’ê em cih digirin, ji bo parastina hebûna xwe tê dikoşin û bersivên pêwist didin çeteyên hov.
 
Şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelan di nav xwe de bingeha jiyaneke demokratîk dihewîne. Bi xwîna 15 hezar şehîdan hat avakirin ku bi hezaran jinên şehîd pêşengtiya vê têkoşînê kirin. Îro jî bi heman biryardariyê ji bo parastina rûmet û kerameta xwe jin di bin sîwana YPJ’ê de bi tevlîbûna seferberiyê ya hemû jinên ji pêkhateyên heremê pêşengtiya parastina nirxên jiyana komînal a li derdora jinê tê hûnandin dikin.
 
Em biryardariya xwe ya têkoşîn û berxwedanê nû dikin û dibêjin ku bila dost û dijmin bizanibin dê ev şoreş bi pêşengtiya jinan û qehremaniya xortên ku ji bo azadiya jinê tê dikoşin çawa ku li Kobanê feraseta qirker a DAIŞ’ê têk biribe, dê bi heman biryardarî, vîn û têkoşînekî ji hemû deman xurtir ji nû ve li vê erdnîgariyê banga azadiyê vejîne, şitlê jiyana komînal biçîne.
 
Lewra em dibêjin ku porê me yê kezî bûye tirsa dilê dijminê me, ji ber ku serkeftin dê teqez a jinan û gelên azadîxwaz be. Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurd, hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, û  jinên Cîhanê yên ku azadîxwaz dikin ku li ser hîmê felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ava bûye pêşengtiya banga seferberiyê xurttir beşdar bibin, hemû jinên ku ji bo azadiyê dilê wan lêdide, pêwîst e bizanibin Şoreşa Rojava mîsogeriya azadiya hemû jinan e û îro ne tenê Rojavayê Kurdistanê û hemû pêkhateyên ku tê de jiyan dikin, hemû gelên çar parçeyên Kurdistanê bi qirkirinekî mezin re rû bi rû ne. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê Kobanê tevlî seferberiyê bibin, li dora bîrdoziya hebûna jin û gelan parastina rûmetê bikin. Bila hemû gelê me bizanibe ku em ê tu caran li beramberî feraseta cîhadîst a DAIŞ’ê çok nedeynin û teslîm nebin. Ji bo me wek şervanên vî gelî çi tişt ji hebûna gelê Kurd û hemû pêkhateyan parastinê girîngtir nîne, hêviyên me qasî keziyên me hatine hunandin. Ne keziyên me bi jêkirinê tune dibin, ne jî hêviyên me bi êrîşên mêtîngeh û qirker re tune dibe. Ji bo vê yekê wê tola hemû kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bêhesab nemînin"