Li Mêrdînê çalakiya deng derxistinê

  • 22:35 23 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê li dijî êrîşên li hember Rojava çalakiyên deng derxistinê pêk hatin.
 
Li navçeyên Artuklu, Qoser, Nisêbînê  li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên Tirkiyeyêyên li dijî Rojava çalakiyên degn derxistin pêk hatin. Welatiyan konvoy ava kirin û li korneyan dan. Hinek welatî jî beroşên ji mala xwe girtin daketin kolanan û deng derxistin.
 
Welatiyan daxwaz kir ku demildest êrîş rawestin.
 
Li Nisêbînê jî jinan agir pêxistin û li dijî dîmenên birîna porê şervaneke YPJ’ê ya ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bi tilîliyan keziyên xwe hûnandin.