Xelkê Qeladizê ji bo Rojava meşiya
- 16:16 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên bajaroka Qeladizê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meşek girseyî lidarxistin.
Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn meşek girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de ji hemû beşên civakê welatî beşdarbûn.
Di meşê de dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.







