Ji HSD’ê daxuyanî :HTŞ agirbestê binpê dike
- 18:13 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku di êrişa droneke xwekuj a komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ'ê ya li dijî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê de 2 şervanên wan birîndar bûne û dronek jî hatiye xistin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Dmeokratîk (HSD) ragihand ku di binpêkirineke nû ya agirbestê de, HTŞ bi droneke xwekujî êrişî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê kiriye û di encamê de 2 şervan birîndar bûne.
Navendê diyar kir ku şervanên HSD'ê dronek jî li asîmanê herêmê xistiye xwarê.







