Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Brukselê civiyan

  • 19:04 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Nûnerên partî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Belçîka Brukselê di civîneke awarte de hatin cem hev. Di civînê de geşedanên li herêmê hatin nirxandin û bal hat kişandin ser lezgîniya girtina helwesteke neteweyî.
 
Civîn li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Brukselê pêk hat. Tevî nûnerên partî û saziyên wekî Partî Demokratî Kurdistan (KDP-Î), Komeleya Zehmetkêşan, Komeleya Şoreşgerê Zehmetkêşan, Komaleya Hizbê Komînîst – Şaxê Kurdistan, Sazmanê Xebatî Şoreşger, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK); gelek siyasetmedar û ronakbirên wekî Abbas Welî, Elî Kerîmî û Ezîz Mamle jî beşdar bûn.
 
‘Divê siyateke ser-partiyan ava bikin’
 
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, ya ku axaftina vekirinê ya civînê kir, diyar kir ku li herêmê geşedanên cidî pêk tên û divê Kurd ji vê pêvajoyê re amade bin.
 
Zeyneb Murad got: “Sêwirandina ku beriya 100 salan li Rojhilata Navîn dest pê kiribû, îro jî berdewam dike. Lê belê divê her kes vê bizanibe ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Hêzên cîhanê li hemberî Îranê polîtîkayeke taybet dimeşînin Li hemberî van geşedanan helwesta me pir girîng e. Ji ber ku çavê tevahiya cîhanê li ser Kurdan e. Îro divê em cudahiyên îdeolojîk û berjewendiyên partiyan deynin aliyekî û bi hestên neteweyî tevbigerin. Tenê bi vî awayî em dikarin ji bo gelê xwe destkeftiyan bi dest bixin.”
 
‘Pêdivî bi rêxstineke neteweyî heye’
 
Nivîskar Ezîz Mamle anî ziman ku du pirsgirêkên bingehîn ên Kurdan hene; yek ji van pirsgirêkên bi rejîma Îranê re ne û ya din jî pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan bixwe ne.Ezîz Mamle wiha dirêjî dayê: “Pirsgirêka bi Îranê re têkildarî maf û azadiyan e. Lê pirsgirêka bingehîn û herî girîng, perçebûna navxweyî ya Kurdan e. Kurd di rewşeke belavbûyî de ne. Îro Kurd di navenda geşedanên li Îranê de ne. Ji ber vê yekê divê em bibin yek, xwe rêxistin bikin û pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin. Nexwe, em nikarin bersiva tiştên diqewimin bidin.”
 
‘Divê helwestek hevpar hebe’
 
Rojnamevan û rexneger Kerîm Xaldar diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê hêza çekdar a her rêxistinê heye, lê ev ne bes e û destnîşan kir ku ji bo azadiya Kurdan pêdivî bi artêşeke neteweyî heye.
 
Endama KNK’ê Rojîn Mukriyan jî îdîa kir ku rejîma Îranê wê hilweşe û parast ku sêwirandina nû ji aliyê hinek hêzên navneteweyî ve tê teşekirin. Mukriyan diyar kir ku bê statûbûn û bêdewletbûna Kurdan handîkapeke mezin e. Rojîn Mukriyan got: “Heger em bêstatû û parçebûyî bimînin, em ê li derveyî nîzama nû werin hiştin. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û li dijî van polîtîkayan helwesta xwe ya hevpar îlan bikin. Divê ruhê yekitiyê yê ku di nav gel de çêbûye, di asta partiyan de jî were nîşandan.Li ser navê “Komaleya Hizbê Komînîst – Şaxê Kurdistan” Esrîn Qadirî jî axivî û got: “Heger Kurd li Îranê bibin yek û helwesteke hevpar nîşan bidin, wê ji perçeyên din jî piştgiriyeke mezin bigirin; bi vî awayî em dikarin mafên gelê xwe bi dest bixin û biparêzin.”
 
Li ser navê PJAK’ê Siyamend Maunî jî anî ziman ku rejîma zordar a li Îranê ji diyalog û lihevkirinê re girtî ye û diyar kir ku ji bilî tevgera hevpar tu vebijêrk ji bo Kurdan nemaye.Maunî wiha  got: “Di sala 2011’an de Kurd li hemberî bûyerên li Rojava çawa xwe rêxistin kiribin, îro jî divê em li Rojhilat amadekariyên xwe bikin. Hesabên cidî yên Tirkiyeyê li ser herêmê hene. Li dijî vê divê em bibin yekdeng. Divê em ji ezmûna Rojava dersan derxin û bi lezgînî komîteyeke navendî ava bikin.”
 
‘Azdadiya Kurdan bi hêzbûnê pêkane’
 
Nivîskar Elî Kerîmî destnîşan kir ku rizgariya Kurdan di artêşeke neteweyî de ye û ev tişt got: “Li Rojhilata Navîn bêyî ku tu bibî xwedî hêz, tu destkeftî nayên girtin. Dijminên me bi hêz in. Ji ber vê yekê, li Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêdivî bi artêşeke neteweyî heye.”
 
Nivîskar Abbas Welî jî diyar kir ku pêvajoya diyalogê ya bi Îranê re bi dawî bûye û divê Kurd amadekariyên xwe bikin. Abbas Welî anî ziman ku partiyên siyasî li gorî xwezaya xwe desthilatdariyê armanc dikin, lê dikarin li ser bingeha berjewendiyên demokratîk û neteweyî werin cem hev.
 
Nivîskar Hezen Qazî jî got ku divê Kurd ji dîrokê dersan derxin û diyar kir ku avakirina zemînên têkoşîna hevpar a Kurdan bi gelên din re li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêyeke rasttir e.
 
Li ser navê KDP-Î Baha Îbrahîmî diyar kir ku Kurd li Îranê hêzeke mezin in û got: “Di Îrana nû ya ku wê ava bibe de, bêyî Kurdan tu sêwirandin ne pêkan e. Ev jî tenê bi yekitiyê dibe.”
 
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus jî bi bîr xist ku civînên bi vî rengî berê jî hatine kirin û diyar kir ku êdî divê bangên yekitiyê veguherin gavên pratîkî.
 
‘Divê xebatek cidî û dîplomasiyê dest pê bike’
 
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar anî ziman ku rejîma Îranê rewayiya xwe winda kiriye û got ku divê Kurd bi hêzên muxalif ên li Îranê re bi hev re tevbigerin.Zubeyîr Aydar got: “Ne tenê partî, divê hemû beşên civakê tevli vê pêvajoyê bibin. Her wekî yekitiya dîplomatîk, yekitiya parastina leşkerî jî wê bibe destkeftiyeke mezin.”
 
Li ser navê Komeleya Şoreşgerê Zehmetkêşanê Kurdistanê Ferîba Mihemedî jî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê geşedanên cidî hene û got ku divê navenda diyalogê ya di navbera partiyên Kurd de were xurtkirin.
 
Civîn bi pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyaran berdewam kir û tê payîn ku biryareke têkoşîna hevpar jê derkeve.