TJK-E û KCDK-E’yê bang kir: Em bi dirûşmeya 'Statu ji bo Rojava' têkoşînê mezin bikin

  • 20:48 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E’yê destnîşan kirin ku di salvegera serketina Kobanê de êrişên li ser Rojavayê zêde bûne û banga parastina Kobanê û xwedîderketina Şoreşa Rojavayê di asta gerdûnî de kir.
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya salvegera serketina Kobanê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 26’ê Çileya 2015’an de tevî hemû êrişên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê jî serkeftina Kobanê ji bo gelên cîhanê bûye hêvî û hat diyarkirin ku ji ber vê yekê îro Kobanê û Şoreşa Rojava tê hedefgirtin. Rêxistina Jinan diyar kir ku divê dorpêç û ambargoya li ser Kobanê tavilê were bidawîkirin û banga mezinkirina pêngava “Ji Rojava re Statu” kirin.
 
Metna bangê bi vî rengî ye: "Di 26’ê Çileya 2015’an de tevî hemû hewldanên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a qirker jî Kobanê bi ser ket. Ev serketin ji bo gelên cîhanê bû hêvî û îlham. Ji ber vê yekê dixwazin vê serketinê berovajî bikin. Divê di salvegera Serketina Kobanê de ji bo parastina Kobanê û parastina Şoreşa Rojava di asta gerdûnî de, pêngava “Ji Rojava re statu” mezin bikin.
 
Hêzên navneteweyî û dewleta Tirk ku dixwazin Serketina Kobanê û Şoreşa Rojava bitepisînin, bi hemû derfetên xwe yên lojîstik êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kirine. Çeteyên hov di salvegera Serketina Kobanê de, ji bo ku tola têkçûnê hilînin, Kobanê dorpêç kirin û bi hemû hêza xwe êrîş dikin.
 
Gel li Kobanê ku bi temamî di bin dorpêçê de ye, di serî de xurek rûbirûyê ambargoyeke mezin in. Ji bo şikandina berxwedanê av, elektîrk û hemû pêwîstiyên din ên jiyanê hatin qutkirin. Hê duh 5 zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane. Bi temamî trajediya mirovî heye.
 
Hêzên navneteweyî ku li di dora berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk de helwestekî hevpar nîşan didin, terorîst û hovan bi ser Kurdan de dibin û dixwazin encamê bigrin. Çapemenî, rojnamevan, qaşo pispor, artêş, tank û tifingên dewleta Tirk, her curê alîkariya lojîstîk ji bo vê şerê qirker dikin.
 
Ji bo ku Kobanê li ser piyan be û berxwedan dewam bike, pêwîstî bi xwedîdertenineke xurttir heye. Ruhê Kobanê li ser piyan e û pêwîstî pê heye ku vê ji nû ve mezin bikin. Li dijî van hovan ku li ser bedena jinê her curê hovîtiyê dikin û zarokan dîl digrin, yekane rê berxwedan e.
 
Îradeya jina azad tê hedefgirtin, ji ber ku li Kobanê tirs berdabûn dilê van çeteyên DAÎŞ’ê yên hov û ew têk biribûn. Bi êrîşa li ser şoreşa Rojava re dixwazin xak û pêşeroja me tune bikin. Gelê Kurd wê destûrê nede vê qirkirinê û serî netewîne.
 
Gelên cîhanê berxwedana Kobanê ji bîr nekirine û semptayiyeke wan ê mezin heye. Ji ber vê yekê divê em hemû çalakî û bernameyên heyî mezin bikin û mil bi mil bi gelê Kurd re ku gelan ji destê van çeteyên DAÎŞ’ê yên hov rizgar kirin û ciwanên xwe feda kirin, têbikoşin.
 
Înîsiyatîfa ku ji 183 rêxistinên ji 39 welatan û 72 kesan re hate avakirin, bi banga çalakiyeke di asta gerdûnî de, daxwaza hişyariya raya giştî, xirakirina bêdengiya dewletan û nebûna hevkarê vê lîstikê bike.
 
Ji ber vê yekê têkoşîna xwedîderketina Rojava ku em bêyî navber didomînin, heta ku encamê bigrin biherikin qadan û seferber bibin. Em wekî TJK-E û KCDK-E’yê li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên bi çeteyên dewleta Tirk ve tê meşandin, bang dikin ku bi li ber rabûnê encamê bigrin û bi dirûşmeya “Ji Rojava re Statu” bi hemû hêza xwe re bibin yek û têkoşînê mezin bikin."