Li kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve hatin dirêjkirin

  • 21:37 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, li ser bingeha parastina ewlehiya giştî û aramiyê, saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin.
 
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê biryarnanemya dirêjkirina saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajarên kantonê da.
 
Di biryarnameyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî û li gorî talîmatên ku di biryarnameya bi hejmar /1/ a berê de hatine destnîşankirin û bi berçavgirtina çalakiyên zêde yên şaneyên terorîst ên DAIŞˊê û ji bo parastina ewlehî û aramiyê li kantona Cizîrê, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin.
 
Ev biryar hatine girtin;
 
*Demjimêrên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê dê ji saet 6:00ˊan êvarê heta 8:00ˊan sibehê were dirêjkirin.
 
*Di saetên qedexeya derketina derve de tenê tevgerîn ji bo hêzên leşkerî û ewlehiyê ye.
 
*Desteya Hundirîn ji hevmelatiyan dixwaze ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê pabendî biryarên hatine dayîn bibin.
 
Ev biryarname ji roja weşandina wê heta agahdariyeke din derbasdar e."