Xelkê Kobanê: Ji komkujiyan civaka navneteweyî berpirs e

  • 23:08 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kobanê êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî ya li dijî welatiyan kirine bi tundî şermezar kirin û got civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsiyar e.
 
Di salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞˊê de, çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk êrişî gundê Xirab Hişkê kir, di encamê de komkujiyek der heqê malbatekê de kir, 5 kes hatin qetilkirin û 5 birîndar bûn. Li hember vê komkujiyan gelê Kobanê li Qada Jina Azad daxuyaniyek da. Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îs daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku: “ Di salvegera rizgarkirina Kobanê ji rengê reş û tarî de îro dîsa ew tarîtî xwe ber bi kobanê ve dibe. Li bajarê berxwedanê yê ku berevanî ji tevahî cîhanê re kiriye û teror têk bir. Bêtirî 15 hezar şehîd ji ber hemû mirovahiyê li Rojava hat dayîn. Îroj jî di salvegera rizgarkirinê de berê hemû çekên xwe dan kobanê.
 
Dîroka 2014ˊan ya ku DAIŞ êrişî Kobanê kir, niha jî di bin navê hikumetê êriş pêk tên, yek hişmendî ye û tenê armaca wan qirkirina neteweya Kurdan e. Lê îro jî êrişî gundê Xirab Hişkê kirin, 5 kes ji heman malbatê hatin şehîdxistin û 5 jî birîndar bûn. Em banga li civata navneteweyî dikin ku êdî demildest destwerdanê bikin. Em bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li ser pêyan bin, xwedî li hev, berxwedanê û şehîdan derkevin.”