Li Helebce ji bo Rojava meş hate lidarxistin

  • 20:04 27 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca piştgiriya bi gelê Rojava re bi tevlîbûna jin û ciwanan meşek li Helebceyê hate lidarxistin.
 
Li Helebceyê bi armanca piştgiriya bi gelê Rojava re bi tevlîbûna jin û ciwanan meşek hate lidarxistin.Welatî li navenda bazara Helebce li hev kom bûn û heta ber derê şaredariyê meşiyan.
 
Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi gelê Rojava re hate kirin û banga yekîtiya gelê Kurd hatin kirin.
Her wiha di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan hate kirin ku van êrişên ne rewa yên li ser gelê Kurd bidin sekinandin.
 
Di çalakiyê de Zanyar Elî wiha got: “Banga me ji bo hemû aliyên Kurdî yek deng bin. Bi rêya kampanyayê alîkariyê destê alîkariyê dirêjî zarokên Rojava bikin.”