'Li Îranê 100 jê zarok, 5 hezar û 858 kes hatin qetilkirin'

  • 13:00 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê protestoyên li dijî rejîmê berdewam in. HRANA’yê bîlançoya 31 rojên çalakiyan aşkera kir û got ku 100 jê zarok bi giştî 5 hezar û 858 kes ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin. 
 
Çalakiyên protesteyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 32’yan de berdewam dikin. Human Rights Activists News Agency (HRANA), bîlançoya 31 rojên çalakiyan aşkera kir. HRANA’yê ragihand ku hea niha mirina 6 hezar û 221 kesan piştrast kirine. HRANA’yê got ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 100 jê zarok bi giştî 5 hezar û 858 kes ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. 
 
HRANA’yê ragihand ku 17 hezar û 91 mirinan jî lêkolîn dikin û di êrişan de 11 hezar û 17 kes bi giranî birîndar bûne. Di raporê de wiha hate gotin: “Hejmara girtiyan derket 42 hezar û 324 kesan. 261 bûyerên îtîrafên bi darê zorê hatin tomarkirin. Her wiha hêzên ewlekariyê ji bo ‘îfadeyê’ bang li 11 hezar û 26 kesan kir. Li 31 vîlayet û 201 bajaran bi giştî 656 bûyerên protestoyan hatin tomarkirin.” 
  
Di raporê de hate destnîşankirin ku înternet hêj jî nehatiye dayin û pêla girtinên girseyî berdewam in. Bi domdarî hate destnîşankirin ku li Malardê têkildarî protestoyan danişîna ewil hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Di dadgehê de, zext û gefên li dijî xebatkarên tenduristiyê cih digirin. Şêwazê birêvebirina danişînê, bi taybet jî parêzerên ji hêla dadgehê ve hatine tayînkirin li dijî bersûcan îfadeyan didin û ji ber ku ne li gorî standartên darizandina adilane ne, rastî rexneyan tên. Înternet hêj jî nehatiye dayin. Tevdîrên ewlehiyê yên rêbazên xwegihandina înternetê yên alternatîf jî hatine zêdekirin. Rapor nîşan didin ku gelek cîhazên Starlînkê yên weke ‘malên li dijî ewlehiyê’ tên pênasekirin, hatine bidestxistin. Dibistan û hinek avahiyên cemaweriyê weke baregeh tên bikaranîn.”