Girtî tevli kampanyaya porhonandinê bûn
- 13:14 28 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê beşdarî Kampanyaya porhonandinê bûn.
Di demekê de ku êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, jinan ji bo nîşandana hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo şervanên YPJ'ê kampanyaya porhonandinê dan destpêkirin û kampanya li çaraliyê cîhanê belav bûye.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Jimare 3 a Bakirkoyê jî beşdarî kampanyaya porhonandinê bûn. Hat ragihandin ku hemû girtiyên jin porê xwe dihonin. Girtiyan êrîşên li Rojava şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo şervanên jin ên Kurd tekez kirin.







