Li Stuttgartê ji bo Rojava banga hestiyariyê

  • 22:12 28 Çile 2026
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Schlossplatz a bajarê Stuttgart a Almanyayê, protestotoyên ku li dijî êrîşên li ser Rojava tên lidarxistin, îro dewam kir. Di çalakiyê de banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Li Schlossplatz a bajarê Stuttgart a Almanyayê, çalakiyên “Rojava Biparêze” û “Bila Hêzên Dagirker Bicehimin” ku li dijî êrîşên li ser Rojava tên lidarxistin, îro jî dewam kir.

Hate ragihandin ku nêzî 80 kes tevlî protestoya ku birêkûpêk tê lidarxistin, bûne. Hate diyarkirin ku berpirsyariya organîzasyona îro ya çalakiyê, komeke cuda girt û li gorî hefteyên berê di tevlîbûna çalakiyê de kêmbûn çênebû. Di protestoyên ku demeke dirêj e dewam dike de, hate destnîşankirin ku tevlîbûn bi îstîkrar, lê bi sînor e.

Di tevahiya protestoyê de dirûşme hatin berzkirin. Çalakvanan li dijî êrîşên li ser Rojava bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku helwestekî bi hestiyar û çalak bigrin.