Weqfa Aştiyê: Aştiyeke mayînde tenê bi danûstandin û diyalogê re pêkan e

  • 12:42 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Aştiyê, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava binpêkirina maf û hiqûqa navneteweyî ya mirovan e û bang li hemû aliyan kir ku bi rêya diyalogan pirsgirêkan çareser bikin.
 
Weqfa Aştiyê di daxuyaniya xwe de destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava bandorek neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê tê meşandin kiriye.
 
Weqfa Aştiyê, diyar kir ku du taxên Kurdan li Helebê ji ber êrîşan hatine valakirin û Hesekê û Kobanê di bin dorpêçê de ne. Ev rewş wekî sedema krîzeke mirovî ya cidî hate nirxandin.
 
Weqfa Aştiyê, da zanîn ku di gihîştina xwarin, ava paqij, lênihêrîna tenduristiyê û alîkariya mirovî de li deverên dorpêçkirî zehmetiyên mezin hene.
 
Weqfa Aştiyê, ragihand ku ji bo sivîl bikaribin hewcederiyên xwe yên bingehîn pêk bînin divê demildest dorpêç bên rakirin. Her wiha ji hemû aliyan xwest ku xwe ji kiryarên ku dê tundiyê zêde bikin, dûr bigirin.
 
Di daxuyaniyê de, hate destnîşan kirin ku çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêkan tenê bi diyalog û danûstandinan pêkan e û aliyan vexwend ku demildeset ji bo aştiyê û danûstandinan hevdîtin bikin.