Li cihê Lozan îmze kirin pankarta 'Rojava biparêze'
- 12:52 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Enternasyonalîst Counter-Attaqueyê li ser dîwarên Qesra Rumineyê ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin, pankarta “Rojava biparêze” vekir.
Li seranserî cîhanê çalakiyên li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Koma Enternasyonalist Counter-Attaque’yê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, li ser dîwarê Qesra Rumineyê ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, pankarteke mezin a bi nivîsa “Defend Rojava (Rojava biparêze)” vekir.
Komê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: “Di nava sê hefteyên dawî de gelê Kurd ê li Sûriyeyê rastî êrişên artêşa hikûmeta Sûriyeyê ya paşverû û şirîkên wê tê. Di sala 1923’yan de li vê derê, li Qesra Rumineyê Peymana Lozanê hate îmzekirin û hêzên rojavayî di çarçoveya berjewendiyên xwe de Kurdistan dabeş kirin. Di encama vê de jî Kurd û gelên din bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, zext lê hate kirin, hatin înkarkirin û rastî asîmîlasyonê hatin. Ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd û li dijî êrişan, RISE UP FOR ROJAVA (Ji bo Rojava raber ser pêyan)”







