Rojnameger Zîlan Gul hat berdan

  • 19:46 29 Çile 2026
  • Rojane
AMED – Zîlan Gul, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê ya ku hati bû binçavkirin, hat berdan.
 
Zîlan Gul di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hate binçavkirin. Zîlan Gul biribûn Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.  4 roj şûnde, piştî îfadeyan serbest hat berdan.