Oya Ersoy: Dest ji êrîşên li dijî têkoşîna rûmeta mirovahiyê berdin

  • 09:04 30 Çile 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û krîza mirovahî ya her diçe giran dibe nirxand û da zanîn ku li herêmÊ li dijî jinan sûcên şer ên sîstematîk tê meşandin. Oya Ersoy helwesta darazê ya ku parêzvanên aştiyê hedef digire rexne kir û got: “Dest ji êrîşa li dijî têkoşîna rûmetê berdin; divê aliyê we aştî be.”
 
Ji 6’ê Çileyê de çeteyên HTŞ’ê gelê Kurd hedef digire û ev pêla êrîşên HTŞ’ê veguheriye qirkirina mirovahî. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy axivî û da zanîn ku bi dagirkirina Kobanê re çavkaniyên jiyana gel hatine ziwakirin û got: “Li herêmê îşkence û destdirêjiya li dijî jinan ‘sûcê şer e’.” Oya Ersoy bertek nîşanê zimanê siyasî yê rewakirina çeteyên kujer da û got divê aliyên we têkoşîna aştiyê be.
 
‘Divê demildest krîza mirovahî bidawî be’
 
Oya Ersoy da zanîn ku ji 6’ê Çileyê de ye di serî de li hember gelê Elewî û Durzî li hember gelê Kurd êrîşek heye û got: “Li Sûriyeyê krîzek mirovahî tê jiyîn. Kobanê di bin dagirkirinê de ye. Gel ji hewcedariyên esas ên jiyanî bêpar tê hiştin. Divê ev dorpêç demildest bê rakirin û di serî de Tirkiye, dewlet û rêxistinên mafê mirovan xwedî berpirsyariyeke mirovahî ne. Êrîş li dijî gelê sivîl e. Jin û zaork zirarek mezin dibînin. Girtîgehên ku DAIŞ tê de bûn hatin valakirin. DAIŞ’iyên hatin berdan êrîşan dikin û em vê ji çapemeniya civakî dibînin. Dîmenên îşkenceya li bedenên jinên mîlîtan hatin serwîskirin. Wek komele li gorî agahiyên me girtine li jinan îşkence û destdirêjî tê kirin. Ev hovîtî li ber çavê hemû cîhanê pêk tê. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest berpirsyariya xwe bînin cih û dawî li vê krîza mirovahiyê bê anîn.”
 
‘Berpirsyariya sereke parastina aştiyê ye’
 
Oya Ersoy xebatên ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan ên li herêmê jî wiha anî ziman: “Neteweyên Yekbûyî piştî duyemîn şerê cîhanê, mekanîzmayeke bi armanca pêşî li êrîşên li ser gelê sivîl bê girtin hatiye avakirin. Divê ev mekanîzma demildest bikevin dewrê û êrîş bên rawestandin. Em bang li hemû dewletên cîhanê û gelan dikin; Pêşeroja gelê Sûriyeyê, wê gelên Sûriyeyê biryara wê bidin. Di vê mijarê de wek aliyê sêyemîn dewletên cîhanê berpirs in da ku bibin alîkar. Ji bilî vê banga me ev e ku; dest ji ser gelên Sûriyeyê bidin alî. Niha em bi vê armancê xebatan dimeşînin. Em niha bi hemû saziyên mafê mirovan ên cîhanê û rêxistinan re yek bi yek dikevin têkiliyê. Em daneyên ji Rojava dikin rapor. Ji roja êrîş hatine destpêkirin li erdnîgariya me çalakî û protesto hene. Ev bertek û serhildanek mafdar a gel e. Parastina aştiyê berpirsyariya her kesî ye. Em êrîşên li dijî kesên ku vê berpirsyariya xwe tînin cih jî dikin rapor. Em li dijî hemû binpêkirinên mafan, rêxistinên mafê mirovan vexwendiyê peywirê dikin.”
 
‘Yên li alî HTŞ’ê cih digirin sûc dikin’
 
Oya Ersoy di berdewamiyê de der barê tora piştevaniya bi rêxistinên hiqûqê yên cîhanê re ava kirine û atmosfera siyasîya li Tirkiyeyê de jî wiha anî ziman: “Em bi rêxistinên maf û hiqûqê yên cîhanê re di têkiliyê de ne. Amadekariyên me yên amadekirina bernameyek hevpar didome. Lê tabloya em tê de ne bi xof e. Li dijî çalakiyan nefret û gotinên nîjadperest ên mezin hene. Ji ber zimanê nîjadperest ê çapemeniyê û li alî çeteyên HTŞ’ê cih girtin, ji bo me parêzvanên mafê mirovan înfalek mezin diafirîne. Yên li alî HTŞ’ê cih digirin sûc dikin. Parastina rûmeta mirovahiyê ne tercîhek e, berpirsyarî û peywira sereke ye. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê çi dibe bila bibe bidomînin. Her kes ji bo aştiyê neçar e bibe alî, bibe aliyê aştiyê.”