Li navçeya Qelqelî ya Wanê meşa ji bo Rojava

  • 12:30 30 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Li hemberî êrişên li ser Rojava li navçeya Qelqelî ay Wanê bi sedan kes meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di meşê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê teslîm nebe.
 
Girseya gel li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava li navenda bajêr li hev kom bû û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Kobanê wê ji DAÎŞ'ê re bibe gor" û bi pankartên bi nivîsa "Rojava xeta me ya sor e", "Jin, Jiyan, Azadî" meşiya. Meş li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî li daxuyaniya çapemeniyê axivî, êrişên li ser Rojava şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd weke beriya niha, îro jî wê li ber xwe bide.
 
Dîlekçî têkoşîna sala 2014'an a li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û anî ziman ku hewldanên bi heman rengî îro li Rojava dubare bûye.
 
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli jî destnîşan kir ku êrişên li ser gelê Rojava ne ya qebûlkirinê ye.
 
Gulderen Varli destnîşan kir ku gelê Kurd wê serî li ber polîtîkayên zext û tundiyê netewîne û got, "Em ê ti carî serî netewînin. HTŞ bi birîna elektrîk û avê ya li ser Kobanê jê heye ku gelê Kurd wê teslîm bibe, lê belê xwe dixapîne. Hûn ê ti carî nikaribin me teslîm bigirin."
 
Di axaftinan de işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan hate kirin û banga helwesta hevpar û piştevaniyê hate kirin.