Li Pîranê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
- 13:13 30 Çile 2026
- Rojane
AMED - Li Pîranê, bi sedan kes li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û peyama "Hûn nikarin 50 milyon Kurdan ji holê rakin" dan.
Rêxistina navçeya Pîranê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda bajêr li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin pêk dihat, meşek li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina navçeya DEM Partiyê û gelek kesên din beşdarî meşê bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanî" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û pankartek bi nivîsa "Dengê xwe bidin Rojava" hate vekirin.
'Bi Kurdan re hevkariyê bikin, ne bi DAIŞ'ê re'
Yuksel Bozkurt, diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan pir girîng e û destnîşan kir ku her tim hewl tê dayîn ku destkeftiyên Kurdan werin tunekirin. Yuksel Bozkurt, diyar kir ku her cûre êrîş têne kirin da ku Kurd mafên xwe negirin û got, "Ew bi DAIŞ'ê re hevkariyê dikin. Dixwazin bi wan re cîran bin, lê em dibêjin: bi gelê Kurd re bibin yek, ne bi DAIŞ'ê re. Heta ku hûn bi Kurdan re bibin yek, hûn ê li Rojhilata Navîn bibin serketî."
Xwepêşandan piştî daxuyaniyê bi meşekê bi dawî bû.







