Nobeta piştgiriya Rojava di roja 5'emîn de dewam kir
- 15:31 31 Çile 2026
- Rojane
AMED - Nobeta piştgiriya Rojava ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratik li Qada Şex Seîd a Amedê hatiye despêkirin di roja 5'emîn de berdewam kir.
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Şêx Seîd ya Amedê nobeta piştgiriyê ya ji bo Rojava tê lidarxistin di roja 5'emîn de berdewam kir. Çalakiya nobetê îro bi beşdariya MED-DER û rêxistinên DEM Partiyê û DBP'ê yên navçeya Farqînê hate berdewamkirin.
Rêveberên partiyan û MED-DERê' û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de beşdaran stranên berxedana strîn û dirûşma “Bijî berxedana Rojava” berz kirin. Her wiha pankarta “Roja Hevgirtina Rojava Pîroz be” û “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hat vekirin.







