DEM Partî: Îradeya Rojava ji bo me esase

  • 15:09 30 Çile 2026
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, peymana navbera Şam û QSD’ê weke "Cihê kêfxweşiyê" pêşwazî kir û got: "Îradeya Rojava ji bo me esase.”
 
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li ser peymana di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û QSD’ê de daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, "Ew piştgiriyê didin peymanê."
 
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
 
“Li Sûriyeyê peymana navbera Rêveberiya Şamê û QSD’ê ‘cihê kêfxweşiyê’ ye. Em spasiya welat, sazî, kesayet û gelên ku ji bo peymanê ketine nava hewldanê, dikin. Em berxwedana mirovên xwe yên ji roja ewilî ve li hemû cîhanê hestiyarî nîşan dan û derketin kolanan, silav dikin.
 
Ji bo serketina vê pêvajoyê, weke DEM Partî emê piştevaniya xwe ya bi biryar bidomînin.
 
Îradeya Rojava ji bo me esase. Tişta dikeve ser milê me ewe ku piştgirî bidin biryarên wan. Em hewldana wan a muzakereyê û sekna wan a li ser maseyê, pîroz dikin. Me timî destnîşan kir ku pirsgirêk wê bi muzakere û diyalogê çareser bibin, îro jî em li heman cihî disekinin.”