Amy Austin Holmes: ‘Li Sûriyeyê bawerî bi garantiya destûrî pêkan e’

  • 18:20 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Profesor Amy Austin Holmes, Lêkolînera Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha George Washington, bal kişand ser peymana Şam-HSD’ê û diyar kir ku li Sûriyeyê bawerî tenê bi garantiya destûrî dikare ji nû ve ava bibe.
 
Amy Austin Holmes ku ji bo saziya ramanê ya Amerîkî Atlantic Council li ser êrişên li dijî Rojava analîzeke berfireh nivîsî, destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya li Şamê peymanên ku bi Kurdan re îmze kirine, bi zanebûn xira dike.
 
Prof. Amy Austin Holmes, ku di heman demê de rêvebira demkî ya Bernameya Karbidestên Herêmî yên Biyanî ya DYA’yê ye, bi hûrgulî behsa wê yekê kir ku hikûmeta demkî ya bi serokatiya El-Şera peymanên bi Kurdan re gav bi gav betal kirine û ev yek bûye sedema bêbaweriyeke kûr li qadê.
 
Veguhestinek aştiyane pêkan e
 
Amy Austin Holmes diyar kir ku piştî ketina Beşar Esad, Sûriye ketiye pêvajoyeke veguhastinê ya pir nazik û destnîşan kir ku saziyên dewletê belav bûne, komên çekdar bandora xwe li qadê didomînin û civak travmayeke giran a tundiya mezhebî hildigire. Holmes bi bîr xist ku di vê demê de li dijî Elewiyan komkujî û li Siwêdayê li dijî Durziyan êriş pêk hatine û got: “Di nav hawirdoreke wiha de, îmzekirina du peymanan di navbera hikûmeta demkî ya li Şamê û Kurdên Sûriyeyê de hema hema mûcîze bû. Van peymanan nîşan dida ku veguhastineke aştiyane hîn jî pêkan e.”
 
Holmes da zanîn ku peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed el-Şera de, entegrasyona HSD’ê ya di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de li pêş didît. Wê destnîşan kir ku ev ne tenê peymaneke leşkerî bû, lê çarçoveyeke siyasî bû ku nîşan dida Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de nayên îzole kirin. Her wiha diyar kir ku Peymana Helebê ya di meha Nîsanê de hatî îmzekirin, yekemîn sepandina şênber ya vê pêvajoyê ya li qadê bû.
 
‘Li Helebê modelek kar dike hebû’
 
Amy Austin Holmes anî ziman ku çend meh piştî peymanê serdana Helebê kiriye û li qadê rastî modeleke hevkariyê ya ku kar dikir hatiye. Holmes got ku wê bi rayedarên Walîtiya Helebê û îmzekerên aliyê Kurd Hefîn Silêman û Nûrî Şêxo re hevdîtinên dirêj kirine: “Hêzên Asayîşa Kurd û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî hikûmeta demkî nuqteyên kontrolê yên hevpar birêve dibirin. Ev yek di şert û mercên Sûriyeyê de rewşeke pir awarte bû û nîşan dida ku jiyana hevbeş pêkan e.”
 
Holmes her wiha got ku wê serdana Malbata Jinan a li taxa Şêxmeqsûdê jî kiriye û tekez kir ku Kurd ne tenê bi gotinê, bi pratîka xwe jî girêdayî peymanê mane.
 
‘Tercihek siyasî bû’
 
Amy Austin Holmes diyar kir ku QSD’ê di mijara entegrasyonê de gavên cidî û berbiçav avêtine; di meha Cotmehê de lîsteya fermandarên ku dikarin di Wezareta Parastinê de cih bigirin pêşkêşî Şamê hatiye kirin û li hin herêman yekîneyên artêşa nû ya Sûriyeyê bi koordînasyona DYA’yê bi HSD’ê re têkilî danîne. Holmes anî ziman ku Kurdan qebûl kiriye ku hêzên xwe yên leşkerî bi temamî ji Helebê vekişînin û tenê hêzên polîs ên entegre mane, ku ev yek ji bo Kurdan di fîzîkî de tê wateya bêparastinê.
 
Tevî van geşedanan, Holmes bi bîr xist ku di 6’ê Rêbendanê de rêveberiya Şamê li Helebê êrişeke leşkerî daye destpêkirin û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî tenê di nav du rojan de nêzî 150 hezar kes koçber bûne û nêzî 1200 malbatên Êzidî di nav şer de mane. Holmes pirsî: “El-Şera çima êrişî wan mirovên ku beriya çend mehan peyman bi wan re îmze kiribû û pê re
 
dixebitî kir?” û destnîşan kir ku ev ne neçariyeke leşkerî, tercîheke siyasî ya eşkere ye.
 
Gotina nefrete û dezenformasyon
 
Amy Austin Holmes diyar kir ku beriya êrişan û di dema êrişan de gotinên nefretê û dezenformasyona li dijî Kurdan gihîştiye asteke awarte. Wê got ku agahiyên çewt bi zanebûn li ser HSD’ê hatine belavkirin û vîdyoyên sexte yên bi Jîrahiya Çêkirî (JÇ/AI) hatine hilberandin hatine weşandin. Holmes anî ziman ku dîmenên kuştina polîseke jin ku di çarçoveya Peymana Helebê de kar dikir, nîşan dide ku rasterast peyman hatiye hedefgirtin.
 
Amy Austin Holmes got ku bi pêşveçûna hêzên girêdayî Şamê ya ber bi rojhilat ve kaos kûrtir bûye, deriyên hin girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê tê de bûn hatine vekirin û hîn nayê zanîn ka çend kes reviyane. Her wiha bal kişand ser dîmenên rûxandina goristanên HSD’ê yên li Hesekê.