Hejmara 153'yemîn a Kovara Jinê derket
- 09:46 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 153'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Rojava ber bi Cîhanê ve: Demokrasî, Rizgariya Jinan û Têkoşîna Kurd" hate weşandin.
Hejmara 153'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Rojava ber bi Cîhanê ve: Demokrasî, Rizgariya Jinan û Têkoşîna Kurd" hate weşandin.
Di hejmara xwe ya 153'yemîn de, Kovara Jinê li ser pirsgirêka Kurd, têkoşîna rizgariya jinan, perspektîfa neteweya demokratîk û lêgerîna aştiyê, ya di çarçoveya ezmûna Rojava de, disekine. Têkiliya di navbera dewlet, civak û desthilatdariyê de; berxwedan û bihêzkirina jinan; hiqûqa navneteweyî, şer û aştî bi hev re têne nîqaşkirin û îhtîmalên modelek civakî û siyasî ya alternatîf li Rojhilata Navîn têne vekolandin.
Hemû mijarên di hejmara nû de ev in:
*Israra Di Neteweya Demokratîk a Kurdan de / Ruşen Seydaoglu
*Tu Gurûhên Cîhadîst Nikarin Pêşî li Azadiya Jinan Bigirin ! / Oya Açan
*Ji Medûsa Heta Rojava Dewleta ji Porhonandinê Ditirse / Esra Bilen
*Ji bo Rojava Aştî ji bo Cîhanê Aştî / Esra Kahraman
*Rojava û Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî / Sevda Çelik Ozbingol
*Kobanê û Rastiya bi Efrûn a Jinan / Sevda Çetinkaya







