Li Pirsûsê li dijî dorpêçkirina Kobanê daxuyanî
- 13:26 1 Sibat 2026
- Rojane
RIHA - Li Pirsûsê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo vekirina korîdoreke mirovî ya li dijî dorpêça li ser Kobanî civîneke çapemeniyê tê lidarxistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo balkişandina ser dorpêça ku ji 18'ê Çileyê ve li ser Kobanî berdewam dike, li Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar dixe. Civîna çapemeniyê, li Qada Cumhuriyetê ya navçeyê bi dirûşmeya "Sivîlên li Kobanî di bin dorpêçê de ne. Divê korîdoreke alîkariya mirovî were vekirin" tê lidarxistin. Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES), Sendîkaya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÛHD), baroyên herêmî û gelek rêxistinên din beşdar bûn.
Daxuyaniya li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ji hêla Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve tê dayîn.
Hûrguliyên din dê piştre werin eşkerekirin…







