Di meşên li Amûdê û Dirbêsiyê de peyama parastina Rojava
- 14:14 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşên li Amûdê û Dirbêsiyê de bi hezaran kesî peyama parastina Rojava û têkoşîna mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de da.
Di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de li bajarên Amûdê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê meşên girseyî hatin liarxistin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Amûdê bi bilindkirina wêneyên şehîdan û alên Kurdistanê ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiyan. Di meşê de bi yek dengî dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên Rêveberiya Dibistanan Hena Xalid axivî.
Hena Xalid di axaftina xwe de berxwedana gel û şervanan silav kir û got: "Her neteweyek xwedî welat, çand û nasname ye. Gelê Kurd bi çanda xwe ya aştiyê tê naskirin û hîna ji bo aştî û aramiyê têkoşînê dike. Lê hin aliyan rêya şer û wêraniyê hilbijartine."
Hena Xalid diyar kir ku gelê Kurd di qonaxeke nû re derbas dibe û wiha pê de çû: "Ev qonax a parastina destkeftiyan e. 1’ê Sibatê bûye Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê, bû sembola yekitiya dozê anku doza mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de. Em ê herêmên xwe biparêzin. Em li qadan li ber xwe bidin ta mafên xwe bi dest bixin."
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi hezaran kes meşek girseyî li dar xist. Girse bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" ber bi çerxerêya Gardînyayê ve meşiya.
Li çerxerêya Gardînyayê piştî deqeya rêzgirtin, endamê Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî. Silêman berxwedana gelê Rojava ya parastinê hebûna xwe ji êrişên qirkirinê silav kir û got: "Kurdistaniyan banga seferberiya giştî ya parastina Rojava bersivand û bala tevaniya cîhanê kişand ser herêmê. Her wiha ji cîhanê re îsbat kir ku Kurd teslîm nabin, lê ji bo mafên xwe têkoşînê dike. Berxwedana Rojava rihê neteweyî yê gelê Kurd kir ye."
Silêman Xelîl di dewama axaftina xwe de da zanîn ku seferberî û têkoşîna rewa hîna dewam dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em ê li ser şopa şehîdan û xeta neteweyî berxwedanê bidomînin, ta mafên xwe yên rewa mîsoger bikin. Berxwedan vebijêrka me ya yekane ye."
Meş bi berzkirina silavkirina berxwedana Rojava û yekitiya gelê Kurd bi dawî bû.







