Bijîşkên ji Başûr hatin Rojava dest bi kar kirin
- 10:56 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 19 bijîşkên ku ji Silêmanî û Hewlêrê bi armanca alîkariyê derbasî Rojava bibûn, dest bi xebatê kirin.
Duh ango 1’ê Sibatê 19 bijîşkên ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn.
Bijîşkan di çarçoveya plansaziya ku li gel saziyên tendirûstiyê yên Rojava hatiye derxistin de, îro dest bi kar kirin.
Bijîşk li Nexweşxaneya Dêrikê alîkariya nexweş, koçber û birîndaran dikin. Dê îro û sibe li Dêrikê xebata xwe bimeşînin.
Bijîşk dê piştre jî derbasî bajarê Qamişlo bibin.







