Doza Epsteîn: Tirkiye û zarokên winda

  • 09:04 4 Sibat 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Sevda Erden Kiliç da zanîn ku di dosyaya sûcdarê ‘tora îstîmsar û bazigarniya zarokan a navneteweyî’Jeffrey Epsteîn de îdiayê der barê Tirkiyeyê de ne sivik in û got: “Divê meclîs bêdengiya xwe ji holê rake û erka kontrola xwe bîne cih.”
 
Wezareta Dadê ya DYA’yê der barê doza Jeffrey Epsteîn ku ji sûcdariya tora fuhuş, destdirêjiya li hember zarokan hat girtin û li girtîgehê mirî hat dîtin de bi mîlyonan belgeyên nû weşand. Di destpêka dozê de aliyê Tirkiyeyê û der barê zarokên winda yên Tirkiyeyê de rayagiştî ji saziyên têkildar xwest ku agahî bê dayîn lê hîna tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.
 
Salên ku zemîna bêcezahiştinê hat avêtin: 2005-2008
 
Der barê Jeffrey Epsteîn de ewil di 2005’an de li eyaleta Florîda ya DYA’yê serlêdanên sûc hatin kirin. Derket holê ku gelek zarok bi hinceta ‘mizdanê’ gazî mala Jeffrey  Epsteîn hatine kirin û li vir destdirêjî li zarokan hatiye kirin, zor hatiye kirin ku zarokên din jî bînin vê malê. Jeffrey Epsteîn tevî îfadeya dehan kesî  tenê ji sûcê ‘fuhuşa di temenê biçûk’ de hat darizandiin û 13 meh ceza lê hat birîn. Di vê pêvajoyê de gelek caran destûr hat dayîn ku derkeve dereve.
 
Tora fuhuşa navneteweyî û îfade
 
Tora fuhuşê ya Jeffrey Espteîn, avabûneke ku DYA, Karayîp, Ewropa û dewletên cuda dihewend bû. Derket holê ku zarok, jin bi jetên taybet birine welatên cuda û destdirêjî bi organîzekirî hatiye meşandin û der barê vê de îfade derketin holê. Di navenda vê torê de Ghîslaîne Maxwell ya ku bi salan bi Jeffrey Espteîn re xebitiye bû. Ghislaine Maxwel wek kesa ku zarok didî, bêdeg dikir û rê dida ber wan, di qeydên dadgehê de derbas bû.
 
Di 2019’an de girtin û mirina biguman
 
Jeffrey Epstein, di 6’ê Tîrmeha 2019’an de li New Yorkê hat girtin. Di 10’ê Tebaxa 2019’an de li hucreya dihat girtin mirî hat dîtin. Der barê mirina ku wek întîxar hat derbskirin de gumanên cidî afirîn. Bi mirina Jeffrey  Epstein doz ket û bi mirina gumanbar re, gumana ku edalet ji holê rabûye bertekên mezin hatin nîşandan. Rêxistinên jin û zarokan îtîraz kirin û gotin gumanbar mir lê hîna tora sûc dijî. Piştre der barê gumanbar Ghîslaîne Maxwell de pêvajo berdewam kir. Di 2022’yan de 20 sal ceza lê hat birîn. Derbarê aktorên din ên torê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.
 
Belge û navên hatin veşartin
 
Bi hezara belgeyên dadgehê yên doza Jeffrey Epstein bi salan ji rayagiştî hat veşartin. Di 2019-2022’yan de piştre jî di navbera 2024-2025’an de beşek van belgeyan hat parvekirin. Di belgeyan de navê gelek siyastemedar, karsaz, akademîsyenî derbas bû.
 
Aliyê dozê yê Tirkiyeyê
 
Di belgeyên hatin aşkerakirin de der barê zarokên ji Tirkiyeyê hatine revandin de jî îfadeyan cih girtin. Di belgeyan de lêpirsînên pîlotê taybet yê Jeffrey Epstein, Nadîa Marcînko jî cih girtin. Îfadeyên der barê ku Tirkiye jî tê de ji gelek welatan zarok hatine revandin û ev zarok birine welatên cuda, destdirêjiya sîstematîk hatiye meşandin. Ev rewş birin meclîsa Tirkiyeyê jî. Der barê mijarê de pêşnûme hatin dayîn. Lê tevî îdiayan hîna kesên têkildar kî ne, aqûbeta zarokan, çend zarok hatine revandin, nayê zanîn. Piştî erdheja 1999’an der barê zarokên wek winda derbasî qeydan bûn de tu agahdariyek nehat kirin. Her wiha li Tirkiyeyê ji 2016’an heta niha hejmara zarokên winda, daneyên der barê vê de bi rayagiştî re nayên parvekirin. Ev hemû wek pirs li pêş Tirkiyeyê ne."
 
Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Sevda Erden Kiliç ku derbarê mijarê de pêşnûme dabû ji ajansa me re axivî.
 
‘Ev ne îdiayên sivik in, sûcên giran in’
 
Sevda Erden Kiliç da zanîn ku îdiayên der barê Tirkiyeyê ya têkildarî dozê de ne rewşek nû ye û got: “Min di 2022’yan de der barê zarokên li Tirkiyeyê winda bûne de pêşnûme da meclîsê. Wê pêşnûmeyê binpêkirinên qanûnî yên di vê qadê de û bûyerên windabûna zarokan, daneyên TUÎK’ê derxist holê. Di 2024’an de jî piştî di dosyaya Epsteîn de navê Tikriyeyê derbas bû min pêşnûmeyek nû da. Ji ber vê jî tişta îro em behs dikin ne îdiayek sivik e, sûcekî giran e. Destdirêjî, bazirganî ne mijarên di alî dewletan de ‘spasiyan bigire ye’. Divê teqez lêkolîn û mudaxale bên kirin. Der barê zarokên ji Tirkiyeyê hatine revandin de îfade di dosyayan de cih bigirin, divê demildest ev bên lêkolînkirin. Lê îro desthilatdarî vê tercîh nake. Bêdengiya dewletê ji bo gumanbaran dixebite. Ev bêdengî ne siyasî ye; ev tercîheke exlaqî û hiqûqî ye. Ev tercîh nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Tirkiye pirsgirêkê ji nedîtîve tê’
 
Sevda Erden Kiliç destnîşan kir ku dosyaya Epsteîn tabloyek zelal nîşan dide û wiha got: “Di pergaleke binpêkirina zayendî, partiyarkal de;  ev sûcekî navneteweyî ya bi destê serdestan, siyasetmedar û sermayeyê pêk tê ye.Tirkiye li şûna bi tabloyê re bê rû hev, pirsgirêkê ji nedîtîve tê, daneyan vedişêre, kontrola meclîsê asteng dike. Desthilatdarî îstîsmara zarokan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovahiyê, ne wek mijarek mirovahiyê wek mijarek ‘asayîşê’ ya ku serê wê dikare bê girtin, digire dest. Ji ber vê divê ev bê axaftin: Mevzuat heye îradeya siyasî tune ye.”
 
‘Sekinandina pêşnûmeyan tercîhek siyasî ye’
 
Sevda Erden Kiliç wiha dewam kir: “Pêşnûmeyên min dan du sal in dipên. Ev ne sekinandineke teknîkî ye. Ev tercîhek siyasî ya bi zanebûn e. Der barê zarokên winda de ji 2016’an heta niha tu tiştek nayê parvekirin. Ji 2016’an şûnde dane tên veşartin. Piştre erdhejên 6’ê Sibatê hatin jiyîn. Tevî vê hîna agahî ji zarokên nehatine girtin hene. Lê desthilatdarî der barê mijarê de tiştekî nabêje. Li şûna bi van re bên rû hev, her kes bêdeng e. Divê doza Epsteîn bê şopandin û lêkolînkirin.”