HRANA: Li Îranê di 38 rojan de herî kêm 6 hezar û 443 kes hatin qetilkirin
- 12:28 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora dawî ya Human Rights Activists News Agency’nin (HRANA) de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya protestoyên li dijî krîza aborî, bêedaletî û zextan giran bûye.
Rêxistina Mafê Mirovan HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 6 hezar û 872 kes hatine qetilkirin ku 6 hezar û 443 ji wan yekser ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. her wiha 50 hezar û 553 xwepêşander hatine binçavkirin. Di bûyeran de hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku di nav kesên hatîn qetilkirin de 156 jê zarok bûn, 214 kes jî endamên hêzên Îranê bûn, 109 xwendekarên zanîngehê bûn, her wiha 59 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn.
Li gorî HRANA ragihandî, 11 hezar û 46 kes ji bo dezgehên ewlekariyê yên dewleta Îranê hatine vexwendin, ji bilî vê 307 qeydên îtîrafa bizorê hatine belavkirin.







