Berîtan Guneş: Daneyên zarokên winda wek ‘sira dewletê’ hat nîşandan
- 09:06 7 Sibat 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş der barê tora Epsteîn û di dosyayên hatine weşandin de derbasbûna navê Tirkiyeyê nirxand û got wezaretê der barê daneyên zarokan de bersiveknedaye û wiha domand: “Daneyên zarokên winda wek sir û mahrema dewletê hat nîşandan. Ger dane tune bin tiştên ku tên veşartin hene.”
Wezareta Dadê ya DYA’yê der barê doza Jeffrey Epsteîn ku ji sûcdariya tora fuhuş, destdirêjiya li hember zarokan hat girtin û li girtîgehê mirî hat dîtin de bi mîlyonan belgeyên nû weşand. Di destpêka dozê de aliyê Tirkiyeyê û der barê zarokên winda yên Tirkiyeyê de rayagiştî ji saziyên têkildar xwest ku agahî bê dayîn lê hîna tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Di belgeyên hatin aşkerakirin de der barê zarokên ji Tirkiyeyê hatine revandin de jî îfadeyan cih girtin Îfadeyên der barê ku Tirkiye jî tê de ji gelek welatan zarok hatine revandin û ev zarok birine welatên cuda, destdirêjiya sîstematîk hatiye meşandin. Ev rewş birin meclîsa Tirkiyeyê jî. Der barê mijarê de pêşnûme hatin dayîn. Lê tevî îdiayan hîna kesên têkildar kî ne, aqûbeta zarokan, çend zarok hatine revandin, nayê zanîn. Piştî erdheja 1999’an der barê zarokên wek winda derbasî qeydan bûn de tu agahdariyek nehat kirin. Her wiha li Tirkiyeyê ji 2016’an heta niha hejmara zarokên winda, daneyên der barê vê de bi rayagiştî re nayên parvekirin. Ev hemû wek pirs li pêş Tirkiyeyê ne.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin der barê Espteîn û têkiliyên bi Tirkiyeyê re nirxandin kir.
‘Rêxistina sûc ya global’
Berîtan Guneş da zanîn ku di şevekê de weşandina bi mîlyonan belgeyan sansurkirina nifşa nû ye û got: “Bi salane tevî ku tora binpêkirina zarokan a global tê şopandin jî tu belge nehatin weşandin. Tevî ku bi salane gilî tên kirin jî tu belge nehatin weşandin. Ev di asta global de çeteyê destdirêjî û gelek welat û siyasiyan eleqeder dike. Ev pergalek nû ya ku damezerînerên modernîteya kapîtalîst têde cih digire ne. Mixabin ên di vê pergalê de tên binpêkirin, zarok, zarokên winda û bê nasname me. Li aliyekî behsa peymaneke der barê mafê zarokan ku hema hema hemû welatan îmze kiriye tê kirin li ijî vê jî tora sûcekî global derdikeve holê. Di şevekê de sansurkirina sê mîlyon belge mijara sansurê ye.”
‘Belge tên lêkolînkirin em ê nexşerêyeke Rojhilata Navîn derxin’
Berîtan Guneş got wek Komîsyona Zaorkan û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ev belge lêkolîn kirine û got ew dixwazin ji ser têkiliyên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê û ji ser zarokên Tirkiyeyê nexşerêyeke Rojhilata Navîn derxînin. Berîtan Guneş wiha anî ziman: “Ez dikarim bi kurtasî vê bêjim ku bi taybet ev mijar di demên bê kontrol yên demên karasetan de zêde bûye. Behskirin ku piştî erdheja 6’ê Sibatê zarokên keç winda bûne. Lê geriyan. Komele hatin avkairin. Lê mixabin desthilatdariyê bi israr got tiştek wisa tune ye. Li gorî daneyên 2024’an ji 75 kesên wida 30 heb zarokin û hîna jî nayê zanîn ev zarok li ku ne.”
‘Ger dane tunebin wê demê tiştên tên veşartin hene’
Berîtan Guneş got piştî erdheja 99’an jî heman mijar hatiye rojevê û wiha got: “Li welatekî daneyên zarokên winda neyên girtin û ev dane bi rayagiştî re neyên parvekirin wê demê tiştên ku tên veşartin hene. Di vir de ya tê vşartin tora binpêkirineke zarokane. Di vir de toreke îstîsmarê ya zarokan tê veşartin. Di şer û pevçûnan de bi taybet zarokên bê nasname di hedefa van toran de ne. Li Sûriyeyê jî gelek zarok winda ne. Di şerê li Sûriyeyê de bi taybet zarokên bê nasname hîna winda ne û nehatine dîtin. Em dikarin bêjin ku zarokên şerê li Sûriyeyê hedefa binpekirina global in.”
'Ji 2016’an de ye dane nayên aşkerakirin'
Bîrtan Guneş wiha dirêjî dayê: “Tirkiye jî di wan belgeyan de derbas dibe û welatekî ku zarok lê winda ne. Ji ber vê jî em dixwazin ku Tirkiye daneyên zarokên winda aşkera bike. Piştî 2016’an Tirkiye daneyên zarokên winda aşkera nake. Di navbera salên 2008-2016’an de 140 hezar zarok winda ne. Ji ber vê tablo pir girane. Em bang li mekanîzmayên têkildar, wezeta polîtîkayên malbat û civakî, wezareta karê hundir û wezaretên têkilidar dikin ku peywira xwe bînin cih. Piranî pêşnûmeyên me hatin redkirin û bê bersiv hatin hiştin. Ez endama komîsyona mafê zarokan a Komîsyona lêkolîna mafê mirovanin. Me di cînayeta Narînê de gazî hemû komîsyonê kir. Me got ji 2016’an şûnde daneyên zarokên winda nayên parvekirin. Bersivek zelal da me: Em ne mecburin van daneyan parve bikin. Tu welat van daneyan parve nake. Em mahreme.’ Ev rewş wek sir û mahrema dewletê hat nîşandan.”







