Li mêrê ku Husne Topal qetil kir cezayê muebeta giran

  • 21:34 7 Nîsan 2026
  • Rojane
MUGLA - Li Haci Omer Alçi yê ku sal berê Husne Topal ya dest jê berdabû qetil kir, cezayê muebeta giran hat birîn.
 
Di 24’ê Tîrmeha 2024’an de li Bodrumê mêrê bi navê Haci Omer Alçi, Husne Topal ya dest jê berdabû qetil kir. Runiştina biryarê ya dozê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Bodrumê hat dîtin.Dayika Husne Topal, xwişka wê, parêzer û gumanbar di runiştinê de amade bûn. Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê (BDK) û Komeleya Ewil Jin û Zarok doz şopandin.
 
Dadgehê der barê gumanbar de ji sûcê ‘plankirî qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî. Ji bo çeka ku gumanbar li ser xwe gerandiye 5 sal û 50 hezar TL ceza birî.