Li Sudanê pergala tenduristiyê têk diçe

  • 18:14 10 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ji ber êrîşên li Sûdanê û koçberkirinê xizmetên tenduristiyê hatiye asta rawestandinê û li nexweşxaneyan xizmetên esas jî nayên dayîn.
 
Li Sudanê gel ji ber êrîş, zext û kêmasiyên çavkaniyên dibî yên her diçe mezin dibe, bi krîzke mezin a tenduristiyê re rû bi rû ye.Bi têkçûna binesazî û qeslbûna kapasîteya mudaxaleyê re li gelek eyaletan pergala tendruistiyê bê bandor maye.
 
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku li eyaletên Rojhilatê Darfur û Bakurê Kordofan pergala tenduristiyê pir xerab bûye û ji ber êrîşên heyî û koçberkirinê, xwegîhandina alavên tibî yên jiyanî pir bi sînor bûye.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi taybet ji bo zarokên nû hatine dinê nivîn tune ne û kêmasiya alavan gihiştiye asteke krîtîk.