Dosyaya Rojîn Kabaîş: Malbat di bin zextê de ye dîl jî kêmin

  • 15:56 13 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE/STENBOL - Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî da û xwest gefên li ser malbatê bi dawî bibin, kujerên Rojîn Kabaîşê bên diyarkirin û cezakirin.
 
Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, li avahiya şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji bo gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşê bi dawî bibin û di dosyayê de kemasiyên heyî bên temamkirin li Enqere û Stenbolê daxuyanî da. 
 
Enqere 
 
Daxuyaniya Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet li şaxa ÎHD'ê ya Enqerê hat lidarxistin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Şebnem Ece Elmas ve hat xwendin.
 
Şebnem Ece Elmas bi bîr xist ku Rojîn Kabaîşa di 15ê Cotmeha 2024an de bi awayekî guman mirî hatibû dîtin û tevî 18 meh ji ser mirina wê re derbas bûn,bûyer nehatiyê ronî kirin. Şebnem Ece Elmas bi lêv kir ku delîlên hatinê paşguhkirin jî nişan dide lêpirsîn bi awayekî bibandor nayê meşandin û wiha got: “Em îro li ser dû mijaran radiwestin. Yek, gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşa. Malbata Rojîn Kabaîş ku li pêy edaletê ye rastî gefxwarinan tên. Daxwaza malbatê ya parastinê bi cih nehatiyê û bi vê yekê re kujêr nehatinê dîtin. Ya dûyemîn jî kemasiyên delîlên di dosyayê de hatinê hiştin. Tevî daxwaza malbatê jî DNA ya kesên gumanbar nehatiyê girtin. Ew kemasiyên heyî bandorbûna lêpirsînê qels dike û astengiyê li pêşiya derxistina rastiya bûyerê derdixînê.”
 
Daxwazên Komîsyonê
 
Şebnem Ece Elmas di berdewama axaftina xwe de xwest edalet were pêkanîn û daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
 
“*Divê demildest telefonê Rojîn Kabaîşê bê vêkirin.
 
*Divê hemû delil bên komkirin û kêmasiyên heyî bên çareserkirin.
 
*Hemû sazî û kesên berpirsyar ku kujeran diparêzin û lêpirsîneke bi bandor nameşînin û ji bo derxistina rastiya bûyerê divê bên darizandin.
 
*Divê derbarê gefên li dijî malbatê de lêpirsîn bê vêkirin û kesên berpirsyar bên cezakirin.
 
*Divê malbata Rojîn Kabaîşê bi tenê neyê hiştin û pêdiwiyên wan ên hiqûqî û manevî werin dabînkirin.
 
*Nepeniya li ser dosyayê divê bê rakirin û malbat û raya giştî bigehejê dosyayê.
 
*Divê DNAya 2 kesên ku hatiyê tespit kirin bê aşkerakirin.
 
*Divê Serdozgeriya Wanê lêpirsîne berfireh bike.
 
*Divê Lîjneya Îhstîsas a ATKê raporeke nû amade bike.
 
*Ji bo parastina mafê jiyana jinan divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
 
 
Stenbol
 
Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîşê, têkildarî gefên li malbata Rojîn Kabaîşê tên xwarin û kêmasiyên di dosyayê de li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li navçeya Beyoglûyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn pankarta “Bila gefên li malbata Rojînê tên xwarin bi dawî bibin. Delîlên kêm ên di dosyayê de kom aşkera bikin” hate hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla dilxwaza komîsyonan Ayşe Cebecîoglû ve hate xwendin. 
 
Ayşe Cebecîoglûyê, diyar kir ku bi ser mirina Rojîn Kabaîşê re salek derbas bû lê hêj jî nehatiye ronîkirin û lêpirsîn kêm tê meşandin. Ayşe Cebecîoglû, bi domdarî got: “Gefên li dijî malbata Rojînê derketin lûtkeyê. Ev, mudaxileyeke aşkera yê li dijî mafê lêgerîna edaletê ye. Daxwaza parastinê ya malbatê bêbersiv hatiye hiştin û ewlehiya malbatê nehatiye parastin. Mimkûn nîne ku lêpirsîneke endamên malbatê jî nayên parastin bikare bitendurist bimeşe. 
 
 Dane û delîlên krîtîk nehatine komkirin û baş nehatine lêkolînkirin. Heta niha jî nehatiye aşkerakirin ka her du DNA’yên hatine dîtin ên kê ne. Telefona Rojînê demekî dirêj nehatiye analîzkirin û heta niha jî nikarin tam xwe bigihînin naveroka wê. Li hêla din qeydên gelek kamerayên ewlehiyê yên li herêma bûyerê nehatine komkirin an jî winda bûne, pirsên sereke yên têkildarî şêweyê qewimîna bûyerê (dema mirinê, sedem û şert û merc) bi zelalî nehatine bersivandin.”
 
Ayşe Cebecîoglu bang li hemû jinan kir ku li dora daxwazên hatine kirin kom bibin û ji bo Rojîn Kabaîş bi Komîsyonên Ji Rojîn Kabaîş re Edalet re tevbigerin.